Kurd li Ewropayê ji bo Rojava qêriyan

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 20 Çile 2026 - 15:15

  • Kurd û dostên kurdan li Ewropayê, li her aliyê Kurdistanê ji bo Rojava daketin kolanan û qêriyan. Kurdan û dostên wan soza berdewamiya berxwedana ji bo Rojavayê Kurdistanê dubare kirin. 

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê û li bajarê Reims ê Fransayê êrişên çeteyên HTŞ'ê û dewleta Tirk ên li ser Kurdan bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Frankurt

Bi pêşengiya Frankfurt – Offenbach – Hanau TCŞ, Teko Jin, YJK-E û bi banga gelek saziyên şoreşger, şeva duşemê li ber gara trenê ya Frankfurtê çalakî hate lidarxistin.

Reims

Ciwanên Kurdistanî li bajarê Reims ê Fransayê li dijî êrişên li ser Rojava daketin qadan. Ciwan li taxên cuda yên bajêr li hev kom bûn, rê û kolanên bingehîn li trafîkê girtin û çalakî kirin.

Viyana

Li Viyanayê di çalakiya bi pêşengiya DemKurdê de bi sedan Kurdistanî li gel dostên xwe li hev kom bûn. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir û piştre têkildarî êrişên li ser Rojava axaftin hatin kirin.

Berlîn

Li paytexta elmanyayê Berlînê, rêxistin û saziyên Kurd, Elewî û Durzîyan li dijî komkujiyên ku li Sûriyê bi destê çeteyên dewleta Tirk û HTŞ'ê têne kirin, çalakiyeke mezin a protestoyî lidar xistin.

Her wiha li Helsingborg, Barcelona, Lubeck, Amsterdam, Bonn, Freibûrg, Parîs, Mulhouse, Breman, Hildesheimê jî gelê kurd ji bo Rojava rabûn ser piyan. 

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.