Bi ser komeleyên kurdan de girtin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 23 Îlon 2025 - 15:00

  • Li bajarê Draguignan ê Fransayê, polîsên Fransayê avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd.

Li gorî agahiyan, li avahiya komeleyê lêkolîn hat kirin û 6 endamên komeleyê jî li mala xwe hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Draguignanê de hate ragihandin ku serdegirtina polîsan li navendeke civakê nayê fêhmkirin û nayê qebûlkirin.

Navenda Civakê bang kir ku dest ji krîmînalîzekirina gel û saziyên Kurdan berdin û bang li Kurdistaniyên li Draguignanê jî kir ku xwedî li komeleya xwe derkevin. ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.