- Bi banga TJK-F û CDK-F'ê li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan û mîtîngek lidar xistin.
Li paytexta Fransa Parîsê bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurd a li Fransayê (CDK-F) ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û bilêvkirina daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meş û mîtîngek hate lidarxistin. Ji Parlamenta Fransayê (Danielle Simonnet, Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut jî beşdarî çalakiyê bûn.
Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ku bi pêşengiya dostên me di 10'ê Cotmeha 2023'yan de destpê kir, bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir û encamên gelekî girîng bi xwe re anî. Beriya niha li Kolnê du meş û mîtîngên mezin hatin lidarxistin, îsal jî di 8'ê Mijdarê de wê li Kolnê çalakiyeke mezin pêk bê.
Di çalakiyê de li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftin hatin kirin.
Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû. ANF/PARÎS