Li Ingilistanê ala PKK’ê tê dadgehkirin

Nûçeyên Dîaspora

În 19 Çile 2024 - 03:45

HÎKMET ERDEN / LONDON

Rûniştina doza rojnamevan û wênegirê Îrlandî, Mark Campbell û aktivîsta Kurd Bêrîtan Silêmanî bi sedema ku “ala PKK’ê rakirine” li Westmînster Magîstrates Court a li Londonê dest pê kir.

Li ber dadgehê pankarteke li ser “Bes e ji krîmînalîzekirina Kurdan a bi destê Ingilistanê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re” nivîsandî hate hilgirtin.

Parazvana mafê mirovan Margaret Owen, nivîskar Rahila Gupta jî û gelek kesan ji bo destekê bidin li dadgehê hazir bûn. Owen flamaya bi wêneyê Rêber Abdullah Ocalan rakir û wiha hate avahiya dadgehê.

 

Al kirin ‘delîl‘

Doz bi îdîayên parêzerên bi ser Wezareta Hundir ve dest pê kir. Parêzerên Wezaretê îdîa kir ku Mark Campbell û Bêrîtan Silmêanî bi rakirina alaya PKK’ê ‘sûc‘ kirine û ev dibe ‘propagandaya terorê‘. Piştre jî polêsên ku 23’yê Nîsana 2022’an di çalakiyê de Campbell û Bêrîtan kiribûn nezaretê, îfade dan. Alên ku polîsan di çalakiyê de dest danîbû ser, li dadgehê bûne ‘delîl’.

Akademîsyen Marie Curie, ku bi rengê ‘pispor‘ ji hêla parêzerên parastinê ve hatibû diyarkirin, cihê alayê ya di nav tevgera siyasî ya Kurd de û dîrokiya wê bi jêderên akademîk bi berfirehî vegot, bi taybetî jî bal bire ser giringiya wê ya dîrokî û çandî. Curie behsa wê yekê kir ka li gel rola aştiyane ya Ocalan dewleta Tirk çawa bi polîtîkayên darê zorê û şidetê bi ser Kurdan diçe. Curie her wiha bi bîr xist ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de YPG‘ê bi flamayên Ocalan şer kiriye û ala ku bi rengê ‚‘sûc‘ tê dîtin jî di şerê dijî DAIŞ’ê de hatiye rakirin. Curie her wiha got, çalakiya jî û ala hatiye libakirin jî fikrên Ocalan ên aştiyane destnîşan dikin.

Parêzerên parastinê gotin, ala ku bi rengê ala ERNK’ê jî tê zanîn ne tenê ji alî PKK’ê ve lê her wiha li Îran, Iraq, Sûriyê û Tirkiyê jî li nav tevgerên Kurd û Kurdan, weke sembola têkoşîn û berxwedanê tê dîtin.

 

Divê Ingilistan were sûcdarkirin

Rojnamevan Mark Campbell jî got, ew ê rûniştina bê parastina xwe bikin û ji rojnameya me re got, “Ya ku divê were sûcdarkirin hikûmeta Ingilistanê ye. Ji ber ku çekan dide yek ji rejîmên herî zordar ên cîhanê. Iraq, Tirkiye û Sûriye qira Kurdan tînin.”

Campbell her wiha got, “Ji bo ku em sûcdariyê qebûl nekin û hevkariya hikûmeta Ingilîz a bi rejîma Tirk re destnîşan bikin, em li vir in.”

Bêrîtan Silêmanî jî got, Kurd wê li hêjahiyên xwe xwedî derkevin: “Em bi bawerî û vîna xwe têdikoşin. Em têkoşîneke heq diparêzin. Kesek nikare civakekê ji azadiya wê qut bike. Yên ku me dadgeh dikin, divê zanibin ku em ê ji vê têkoşîna azadî û aştiyê neqerin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.