- Li paytext Viyanayê bi sedan kes di çalakiyê de li hev kom bûn, xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derketin û diyar kirin ku wê heta azadiya Rêber Apo têbikoşin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi dirûşma ‘Em hêviya aştî û azadiyê mezin bikin’ çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate lidarxistin, bi sedan kes li hev kom bûn. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir.
Di destpêkê de Hevseroka Civaka Azad Dîlek Karahan bi Tirkî, Hevserokê DemKurdê Zulkuf Karatekîn jî bi zaravayê Kirmanckî yê Kurdî axivîn.
Di axaftinan de işaret bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo hate kirin û hate gotin, “Manîfestoya Civaka Demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd, nexşerêya ji bo gelên Rojhilata Navîn e. Azadiya Ocalan şertê destpêkê yê civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê ye.”
Di çalakiyê de ku tim û tim dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin qîrîn, peyama Rêber Apo hate xwendin ku ji Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’yemîn re şandibû.
Çalakiyê bi konserên Seyda Perînçek, Pinar Aydinlar û Şerîf Omerî dewam kir. Beşdaran govend gerandin û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîriyan. Çalakî bi atmosfereke bi coş bi dawî bû. ANF/VIYANA