Kurdan Dortmûnd hejand!

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 14 Îlon 2025 - 16:20

  • Bi deh hezaran Kurdistanî yên di li bajarê Dortmundê yê Elmanyayê, di 33yemîn Festîvala Çand û Ziman a Navneteweyî de kom bûn, bi dirûşma “Azadî û Demokrasî” soza têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan.

33yelîn Festîvala Çand û Ziman a Navneteweyî ku li bajarê Dortmûnê bi tevlêbûna deh hezaran Kurdistaniyan pêk hat bi coşeke mezin bi dawî bû. Mihrîcanê bi meşa “Azadî û Demokrasiyê” ya dirêj û daxuyaniyê bi dawî bû. Ciwanên beşdarî meşê bûn, li ser dikê peyamek dan û gotin: “Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û gelê me, heta statûya gelê Kurd, mafên çandî bên misogerkirin û azadiya Rêber Apo pêk were, wê bidome. Îsal meşa me li vir diqede. Di çarçoveya paradîgmaya nû de, em ê têkoşîna azadiyê bidomînin. Banga me ji ciwanên Kurd re ye: Çand û nasnameya xwe biparêzin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû. Piştre Koma Govendê derket ser dikê. Bi performansa Tevgera Ciwan, Azad Rojhilat, Hussein Shaqooli (Şengal), Farzad Mehdi Nia (Hewraman) û Mustafa Demîr, festîval bi coş bi dawî bû.

Festîvala îsal diyarî fermandarên pêşeng ên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, Nûreddîn Sofî, Emîne Erciyes, Koçero Urfa û Bextiyar Gabar, hate kirin. Tevahiya rojê, wêneyên Şehîdên Azadiya Kurdistanê li qadê hatin bilindkirin. Cilên neteweyî yên rengîn ên jinan û eleqeya ciwanan festîval xemiland. Bi beşdariya girseyî ya jin, ciwan û zarokan, festîval bû mozaîka Kurdistanê û bi govendan bi dawî bû. NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.