De Niro; ‘Ji xezeba gel bitirsin’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 23 Cotmeh 2025 - 00:56

Lîstikvan Robert De Niro, li Emerîkayê berî protestoyên “No Kings” ( ji Qralan re na) bi gotina “Em li dijî Qralê Yekem Donald radibin” bangawaziyek kir, vê carê jî bang dike û dibêje; “Em nikarin li wî bisebirin. Ji ber ku ew dixwaze li Qesra Spî bimîne û neçe.”

Yek ji stêrkên Hollywoodê Robert De Niro, bang li Emerîkiyan kir ku li dijî Serokomarê Emerîkayê Donald Trump protestoyên xwe bidomînin.

Piştî protestoyên ‘No Kings’ (Ji Qralan re na) yên li seranserî Emerîka ku di dawiya hefteyê de pêk hatin, Robert De Niro dîka axivî û da zanîn ku divê hemû Emerîkî tevlî protesto û berxwedana li hembe Trump bibin. Robert De Niro, herwiha got ku divê qanûnçêker ji xezeba Trump bêhtir ji xezeba gel bitirsin.

Robert De Niro got ku “Divê em rê nedin wî” û wisa dewam kir; “Ew ê ji Qesra Spî dernekeve. Kesên ku li bendê ne ew ê Trump tiştekî baş bike tenê xwe dixapînin. Komarparêz jî bi vê yekê dizanin lê dîsa jî deng nakin. Ev rewşa klasîk a zordariyê ye. Divê bi wî re rûbirû bibin, têkoşînê bikin, wî bişînin û bêdeng bikin.”

Robert De Niro herî dawî got: “Berxwedan divê zêdetir bibe da ku siyasetvan bibînin: An ew ê ji xezebaTrump bitirsin an jî ji ya gel. Û divê ew ji xezeba gel bêhtir bitirsin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.