Êrişên Tirkan Rojava dikin çol

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 14 Çile 2024 - 16:14

ERKAN GULBAHÇE / BRUKSEL


Endama Saziya Dostaniya Friedrichshain-Kreuzberg (Berlîn) û Dêrikê, Şermîn Guven dibêje, êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê, ziyaneke mezin didin ekolojiyê û çolbûnê bi xwe re tînin.

Şermîn Guven, Endama Komeleya Dostaniya Friedrichshain-Kreuzberg û Dêrikê ye. Komeleyê karî dostaniya Şaredariya Navçeya Friedrichshain-Kreuzberg a ser bi Berlînê û Şaredariya Dêrikê ya Kantona Cizîrê ya li Rojavayê Kurdistanê fermî bike. Şermîn Guven dibêje,  derheqê projeyên hevkar yên heta niha de got, ji bo ku çemekî ku ji Dêrikê ve diçe ziwa nebe û were paqijkirin. cara pêşî sala 2017’an wan bi hev re xebat kiriye. Guven her wiha dibêje, bajarê ku bûye destbirayê Dêrikê, yanî Bajarê Friedrichshain-Kreuzberg ji Kampa Newrozê re mekîneyên cildirûtinê şandine û her wiha bi projeya hevpar klînîka mobîl hatiye avakirin, û ev klînîk li Dêrikê û derdora wê bi rêxistina Weqfa Jina Azad a Sûrî re xizmeta tibî dide.

Guven têkilî xebatên hevpar dibêje, her wiha ji bo ku çand û berhemên dîrokî yên Dêrikê bidin nasîn, wan xebatên dîplomasiyê dane destpêkirin, bi vê re her wiha ew derheqê problemên ekolojiyê yên herêmê de raporan hazir dikin, dişînin ji saziyên Elmanya û Ewrûpayê yên têkildar re.

Guven di dewamê de dibêje, ew projeyên xwe bi Kurdî, Erebî û Sûryanî hazir dikin.

Guven balê dibe ser êrişên dagirker ên Tirk ên li ser Rojava û dibêje‚ ‘‘Armanca me ya sereke ew e ku em lêzimiyên sereke yên mirovî li herêmê misoger bikin. Armanca van êrişan ew e ku gelê Dêrikê bê av û bê elektrîk bihêle. Ango êriş tam dijberên armancên me ne. Helbet ev êrişên dermirovî ziyanê didin projeyên me.”

 

Elmanya bi ya dewleta Tirk dike

Guven bi berdewamî dibêje, ne ku tenê dewleta Tirk projeyên wan asteng dike, lê her wiha dewleta Elman jî projeyên ku ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyê hatine hazirkirin, malzemeyên ku têne şandin û alîkariya maddî asteng dike.

Guven derheqê helwêsta Elmanyayê de jî got, ji bo astengkirina alîkariya ji Elmanyayê tê, ti biryareke fermî nîne, lê biya wan Elmanya li ser daxwaza dewleta Tirk wiha tevdigere. Guven dibêje, têkilî vê helwêsta Elmanyayê, wan pirs ji saziyên elaqeder kiriye bê ka biryareke astengkirinê heye yan na, lê wan heta niha ti bersiv wernegirtiye.

 

Bi êrişan Rojava dikin çol

Guven li ser bandora li hawîrdorê yên êrişên dewleta Tirk dibêje, ‘‘Saziyên navneteweyî dibêjin, av ji ser 500 hezar mirovî hatiye qutkirin. Bi min hijmar ji vê zêdetir e. Bi êrişan, ne ku mirov tenê bêav dimînin, lê her wiha herêm ziwa jî dibe. Divê em behsa ziyana siberojê jî bikin. Dema ku av neçê ser erdan, piştî bi deh salan ne ku erd wê tenê ziwa bibe, lê her wiha ew ê bibe çol jî. Dema ku di ser peykan re mirov dinihêre, mirov dikare vê bibîne.”

 

Raya giştî piştevana me ye

Şermîn Guven, dixwaze dewleta Elman û raya giştî ya Elman ji hev werin cihêkirin; bi ya wê raya giştî ya Elman piştevana wan e, pirr hestiyar e û ji bo wê ew dibêje, ‘‘Di encama xebatên bi pêşengiya Elke Dangeleit û Gunter Kleffe de gelek pêkhateyên nû diyar bûn. Têkiliya me bi Komaleya Dostaniya Bajarên Frankfurt-Kobanê, Koln-Qamişlo re jî heye. Em bi hev re panêlan li dar dixin.”

 

Êrişên dagirkeran kirin rojev

Şermîn Guven her wiha dide zanîn ku komeleya wan, saziyeke fermî ya meclîsa şaredariya Friedrichshain-Kreuzbergê ye, piştî êrişên Tirkiyê yên Cotmehê, wan raporek hazir kiriye û rapor şandine meclîsê. Guven dibêje, dema ku ew rapora bi çend zimanên cihê, ew guh didin daxuyaniyên rêveberiya xweser û çavdêriyên xwe û wan êrişên dewleta Tirk li atmosfereke ku partiyên mezin ên Elman jî lê ne, kirine rojev.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.