Ev 6 meh in Nuh Pektaş wenda ye

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 16 Çile 2024 - 16:05

SAÎT OZTURK / HEILBRONN

Li bajarê Elmanyayê Heilbronnê, ji 11´ê Tîrmehê ve nexweşê Alzheimerê Nuh Pektaş ê 79 salî wenda ye. Keça wî Herdem Çalli dibêje, “Em tenê hatin hiştin, bi êşa xwe û pirsgirêkên xwe re”.

Şemiya bihurî ji bo ku balê bibe ser rewşa Nuh Pektaş, malbata wî li bajarokê bi navê Bad Rappenauyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di dema daxuyaniyê de wêneyên Nuh Pektaş hatin hilgirtin. Keça wî Herdem Çalliyê ji rojnameya me re got, ev 6 meh in bavê wê wenda bûye û wiha peyivî: “Pêdiviya me bi alîkarî û piştgiriya her kesî heye. Tevahiya hewldanên me bê encam man.” Wê bang li rayedaran jî kir da ku bi berpirsiyarî tevbigerin.

Herdem Çalli bi bîr xist ku wan îlanên wendabûna Nuh Pektaşî li gelek bajaran daliqandine, û bang jî kirine, tevî polês li bajarê xwe yê piçûk jî geriyane, lê nekarîne encameke erênî bi dest bixin.

Ji ber xemsariya rayederan Herdem Çalli aciz e û dibêje, “Bavê min çawa ji mala kalûpîran tevî tedbîran, karî derkeve derve? Ji bo ku ev êşa hanê neyê serê malbatên din çi tedbîr hatin girtin? Bavê me ne hejmara dosyayeke polês e. Bila bersivê bidin pirsên me û me qaneh bikin.”

Herdem Çalliyê bang li xelkê kir da ku wan agahdar bikin heger agahiyeke wan hebe. Kesê ku bavê wî bibîne, Herdem Çalli wê 5 hezar Euro jî bidiyê. Kesên dixwazin xwe bigihînin malbatê dikarin bi rêya telefonên li ser wêne têkiliyê pê re deynin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.