Spaniyan kart ji Imraliyê re şandin

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 29 Çile 2024 - 15:30

Li paytexta Spanya Madrîdê û herêmên Aragon û Galîcîayê bi daxwaza azadiya Rêber Apo bi sedan kart hatin şandin.
Delegeyên ku tevlî civîna giştî ya Konfederasyona Intersendîkal a Spanyayê bûn bi çarçoweya kampanyaya ‚‘‘Ji Imraliyê re 100 hezar kart‘‘ bi sedan kart ji girava Imraliyê re şandin. Delegeyên sendîkayan her wiha diyar kirin ew ê li cem têkoşîna gelê Kurd bin û xwestin ku Rêber Apo azad bibe.

 

Ji Ocalan re bi sedan kart şandin

Konfederasyona Intersîndîcalê di peyama xwe de diyar kir, ew sozdar in ku piştevaniya xwe ya li têkoşîna Kurdan û gelên Tirk bidomînin û bi vê wesîleyê ji Rêber Abdullah Ocalan re ku li Imraliyê tecrîda giran li ser hatiye danîn bi çarçoweya Kampanyaya ‚‘‘Ji Imraliyê re 100 hezar kart‘‘ kart şandine.

Di peyamê de hate gotin, “Konfederasyona Intersindîcal parçeyek ji wê kampanyayê ye ku payiza bihurî, bi mebesta ku bang li Tirkiyê bike ku lîderê Kurd ê ku tecrîda giran li ser e, were berdan, hatibû destpêkirin. Delegeyên sendîkayê yên ku tevlî civîna giştî bûn her yekê kartek ji A. Ocalan re şandin û diyar kirin ew li gel Ocalan in."

Berê jî piştevaniya Rojava kiribûn

Lijneya Giştî ya IC’yê beriya niha jî piştevaniya Şoreşa Rojava kiribû. Di berjewendiya heqê siyasî û çandî yê Kurdan de biryar standibû û tevlî kampanyaya global a ji bo azadiya Ocalan bûbû. 

 

Divê Ocalan were berdan

Her wiha sendîkaya herêma Aragonê ya Spanyayê, bi pêşengiya Sekreterê OSTA’yê û Berpirsê Karê Navnetewî sendîkayên li herêmên jî tevlî kampanyaya şandina kartan bûn. Sekreterê Giştî yê OSTA’yê Davîd Lazaro û Berpirsê Karê Navnetewî Pedro Lobegra gotin,‘‘Divê demildest Abdullah Ocalan were berdan. Ji bo ku em nîşan bidin ku em piştevan in van kartan dişînin. Ji bo ku gelek endamên sendîkayan jî bişînin dixebitin.”

 

Semînera Konferderalîzma Demokratîk

Her wiha ji herêma Galîcîayê jî bi çarçoweya bernameya Global a Xwendina Pirtûkên Ocalan li komeleya Alexandre Bovedayê semînereke bi navê ‚‘‘Konfederalîzma Demokratîk û Ocalan‘‘ semînerek hate organîzekirin. Piştî semînerê kesên hazir tevlî kampanyaya şandina kartan bûn. Kartên ku dostên Spanî îmze kirin bi komî ji Imraliyê re hatine şandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.