Ne zext û zilm e qirkirin e

Pêncşem 27 Çile 2022 - 22:15

  • “Li Efrînê ji zext û zilmê wêdetir, qirkirin heye. Li hemberî vê yekê cîhan bêdeng e. Wê ewqas êşkence bê kirin, demografî bê guhertin, gelê Kurd bê qirkirin lê cîhan jî wê bêdeng be!  Xwedîderketina li Efrînê erka her Kurdî ye.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî 'Bernameya Taybet' a Medya Haber TV bû û bersiv da pirsên li ser rojevê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû behsa dagirkeriya li Efrînê kir û wiha peyivî: "Xelkê Efrînê 2 mehan bi rengekî fedayî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe da. Ji sivîlan jî gelek kes şehîd bûn. Dewleta Tirk bi piştgiriya ji hêzên navneteweyî wergirtî êrişeke wiha kir. Naxwe di sedsala 21'ê de ti dewlet nikare tiştekî wiha bi hêsanî bike. Ji ber ku ti sedemeke vê dagirkeriyê nîne. Lê belê dewleta Tirk a ku li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê dimeşîne li Efrînê nekarî xwe li jiyana Kurdên azad rabigire.

Piştevanên dewleta Tirk jî di serî de Elmanya, dewletên Yekîtiya Ewrûpa û DYE ne. Dewleta Tirk xwe spart van hêzan û qir kir. Li Efrînê ji zext û zilmê wêdetir, qirkirin heye. Li hemberî vê yekê cîhan bêdeng e. Wê ewqas êşkence bê kirin, demografî bê guhertin, gelê Kurd bê qirkirin lê cîhan jî wê bêdeng be!

Dixwazin dagirkeriya Tirk rewa bikin

Bêguman di vir de para hin Kurdên noker jî hene. Hêzên ENKS'î yên ser bi PDK'ê ve, dagirkeriya li wê derê rewa dikin. Mîna ku li wir dagirkerî nîne hewl didin rewşê asayî nîşan bidin. Dewleta Tirk jî xwe dispêre vê rewşê û vê polîtîkaya xwe dimeşîne. Xelkê Efrînê jî li dijî vê yekê bi rengekî mezin li ber xwe dide. Li Şehbayê, li cihekî nêzî Efrînê li benda vegera li Efrînê ye û ji bo vê têdikoşe. Wan bi rêzdarî silav dikim, bi rastî jî sekneke bi mînak e. Welatê xwe naterikînin, ev gelekî girîng e. Ji ber ku di nava Kurdan de jî li nava gelên cuda de jî em dibînin, dema ku zext tê kirin hinek dest ji xaka xwe berdidin û li deverên cuda yên cîhanê belav dibin, koç dikin.

Lê belê xelkê Efrînê bi mayina li Şehbayê nîşan didin ku çiqasî ji Efrînê hez dikin, çiqasî bi qîmet dibîne û çiqasî pê re dilsoz e.

Xwedîderketina li Efrînê erka her Kurdî ye. Divê gelê Kurd bi temamî piştgiriyê bide xelkê Efrînê, piştgiriyê bide têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê.’’

Bersiv xurtkirina Şoreşa Rojava ye

Her wiha Mûstafa Karasû êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê jî nirxand û wiha axivî: "Hêzên QSD'ê tevî ku berê bi êrişa DAÎŞ'ê nehesiyan jî piştre bersiva pêwîst dan. Şer hîn jî dewam dike. Bêguman DAÎŞ rêxistineke ji rêzê nîne. Hin pirsgirêkên şerê bi DAÎŞ'ê re hene. Di nûçeyan de em dibihîzin; bi sedan zarok û sivîl dîl girtine. Ji DAÎŞ'ê tê ku sivîlan, zarokan bikuje. Hêzên QSD'ê wê dawiya dawî DAÎŞ'ê tasfiye bikin. Lê belê DAÎŞ hîn jî weke gefekê heye. Lewma divê şoreşgerên Rojava zanibin ku DAÎŞ ji dewleta Tirk û hin hêzan piştgiriyê werdigire û divê li gorî vê yekê tedbîrên xwe xurtir bikin. DAÎŞ hêzeke ku tê bikaranîn. Di serî de dewleta Tirk vê hêzên li dijî Şoreşa Rojava bi kar tîne. Bersiva li vê yekê jî divê xurtkirina Şoreşa Rojava be.

Armanc ew e ku gelê Ereb û gelê Kurd li ber hev rake. Ji ber ku tişta herî zêde DAÎŞ û dewleta Tirk jê aciz e tifaqa navbera Kurdan û Ereban e. Lewma ev êriş ji aliyekî ve weke êrişek li ser vê tifaqê ye. Divê Kurd û Ereb tifaqa xwe xurtir bikin. Lewma ez şervanên QSD'ê silav dikim ên ku li dijî DAÎŞ'ê têdikoşin û şehîdan bi rêz û minet bi bîr tînim.

Wê ji bo DAÎŞ'ê bibûya pêngavek

Eger ev êriş bigihîşta armanca xwe, wê ji bo DAÎŞ'ê bibûya pêngavek. DAÎŞ dikarîbû ji nû ve bi bandor derketibûya holê. Planên hin hêzan hebûn ku DAÎŞ'ê bi xurtî derxînin holê. Ev plan hatin têkbirin. Eger Hesekê bi temamî bi dest xistibûna, ev yek wê di heman demê de bihata wateya êrişa li ser Şoreşa Rojava û bicihanîna planên nû. Ev yek jî wê ji bo gelên herêmê gelekî metirsîdar bûya.’’

Li Şengal dewleta Tirk li Hesekê DAIŞ

Karasû bi dewamî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê, ku herî dawî ji fermandarên YBŞ'ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ'ê Enwer Tolhildan şehîd bûn. Karasû got, "Dewleta Tirk careke din êrişî Şengalê kir. Fermandar û şervanên YBŞ'ê yên şehîd bûn bi rêz û minet bi bîr tînim. Ev êriş, têkbirina xelkê Êzîdî li aliyekî wê têkoşîna wan hîn behtir bike. Dewleta Tirk dijminê azadî û demokrasiyê ye. Li ku dera Rojhilata Navîn demokrasî û azadî pêk tê, dewleta Tirk wê derê ji bo xwe weke metirsiyê dibîne.

Ji ber ku dema li Rojhilata Navîn demokrasî û azadî bi pêş ket, hingî dewleta Tirk wê ji hev belav bibe. Ji bo ji hev belav nebe, ji bo karaktera xwe ya qirker û mêtinger biparêze êrişî tevgerên azadîparêz û şoreşger dike. Lewma êrişî Şengalê dike. Hem ji bo Kurd li cihekî nebe xwedî destketî êriş dike, hem jî zane ku sîstema li Şengalê wê bibe mînak, êriş dike. Ji ber vê yekê bi salane êrişî Şengalê dike. Êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê divê weke êrişeke DAÎŞ'ê bê dîtin.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.