Newroza Azadî û Civaka Demokratîk
Sêşem 18 Adar 2025 - 03:40
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya hevserokatiyê de cejna Newrozê li gelên qedîm ên Mezopotamyayê û hemû gelên bindest ên cîhanê hate pîrozkirin û banga tevlîbûna li pîrozbahiyên Newrozê hate kirin. Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye:"Weke gelê xwe, em jî bi coşeke mezin cejna xwe ya qedîm a bi hezaran salan Newrozê pêşwazî dikin. Newroz ku nîşaneya berxwedana li dijî Dehaq ê zalim û jinûve hebûnê ye, bi hezaran sal in ji aliyê gelên Mezopotamyayê yên qedîm, gelên Îran, Anatolî, Kafkasya û Rojhilata Navîn bi rengê jinûve hebûnê û berxwedanê tê pîrozkirin. Bi hezaran sal in gel li dijî zilmê, zextê û mêtingeriyê bi ruhê Newrozê li ber xwe didin, bi Newrozê jiyanê ji nû ve diafirînin, bedew dikin û azad dikin. Newroz di vê serdemê de jî bi heman wateyê ji aliyê gelan ve bi coşeke mezin, bi hesret û kêfxweşiyê tê pêşwazîkirin. Em îro jî kêfxweşiya Newrozeke nû pêşwazî dikin. Bi vê kêfxweşiyê em Newrozê li gelên Mezopotamyayê yên qedîm, li gelên Îran, Anatolî, Kafkasya û Rojhilata Navîn, li gelên bindest ên li cîhanê, li jinan, her kesên ku di dil û mejiyê xwe de agirê Newrozê geş dike û li ber xwe dide, pîroz dikin! Newroza 2025'an pîroz be!
Rêber APO asoyeke nû da me
Di herikîna dîrokê de dema ku zaliman tinebûn lê ferz kirin, bi Newrozê li ber xwe da û her carê xwe ji nû ve ava kir. Ji ber vê rastiya dîrokî Rêber Apo got, 'Gelê Kurd gelê Newrozê ye'. Ev rastiya dîrokî bi şênberî li ber çavan e. Em Newroza gelê Kurd pîroz dikin ku bi vê têgihiştina dîrokî li ber xwe dide. Em Newroza 2025'an li Rêber Apo pîroz dikin. Bi wesîleya pîrozkirina vê roja dîrokî re em silav û hurmetên xwe pêşkêşî Rêber Apo dikin ku afirînerê têkoşîna me ye, nîv sed sal e pêşengiyê ji gelê Newrozê re dike û bi banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a dîrokî re asoyekî nû da me û gelê me. Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a dîrokî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin, wateyeke nû tevlî Newroza 2025'an kir. Gelê me bi hêz û moralê ji vê banga dîrokî wergirtî, biryar da ku Newroza 2025'an bi rengê Newroza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û afirandina Civaka Demokratîk pêşwazî bike. Ev helwesta gelê me gelekî bi wate ye. Eşkere ye ku di demeke gelekî krîtîk a dîrokê de bi banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo re di serî de gelê Kurd gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye xwedî asoyekî nû yê azadiyê. Di vê serdemê de rêya rizgariya ji cîhana zext, mêtingerî, şer, krîz û kaosê ya modernîteya kapîtalîst, xeta civaka demokratîk e. Ji ber vê yekê xwedîderketina li banga dîrokî ya Rêber Apo û têkoşîna ji bo bicihanîna vê bangê xwedî wateyeke dîrokî ye.
Newroz bibe azadiya Rêber APO
Bi vê hestê û vî fikrî em bang li gelê xwe dikin ku hîn bi xurtî dakeve qadên Newrozê. Gelê me yê li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, gelê me yê li derveyî welat bi deh hezaran, bi sed hezaran, bi milyonan kesî Newrozê bi coş û girseyî pîroz dike. Bi dadana agir, bi kincên neteweyî, bi gerandina govendê, bi tilîlî û stranên azadiyê Newrozê pêşwazî dike. Qadên Newrozê dadigirin û daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi xurtî tîne ziman û weke daxwaza xwe ya bingehîn datîne holê. Jin û ciwanên Kurd pêşengiyê ji vê re dikin. Gelê me li her derê Newroza 2025'an weke Newroza Azadiyê û Civaka Demokratîk pêşwazî dike û pîroz dike. Weke ku gelê me û gelên me tînin ziman, sîstema Îmraliyê divê êdî bi temamî bê parçekirin û ji hev bê belavkirin. Divê Rêber Apo ji Îmraliyê derkeve. Ji bo banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' bi cih bê anîn divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û bibe xwedî derfetên azad ên kar. Em careke din bi tîna agirê Newrozê cejna Newrozê li her kesî pîroz dikin û hêvî dikin ku Newroz li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û mezinkirina têkoşînê li Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk aştî, demokrasî û azadiyê bîne ji her kesî re.
BEHDÎNAN