Kevneşopiya berxwedanê mezin kirin
Duşem 31 Adar 2025 - 03:35
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Qazî Mûhammed, kadroyên pêşeng ên Komara Mahabadê di salvegera darvekirina wan de û şehîdên komkujiya Kizildereyê bi bîr anî.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:“Em yek ji rêberên hêja û girîng ên dîroka Kurdistanê Qazî Mûhammed û hevrêyên wî yên têkoşînê di salvegera darvekirina wan de bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin. Qazî Mûhammed û hevalên wî bi welatparêzî, lehengî, wêrekî û fedekariya xwe navê xwe li dîrokê nivîsandin. Gelê kurdistanê ev kesayetên fedakar û têkoşîna wan her tim bi hurmet û minet bi bîr anî û ji niha û pê ve jî wê bi heman hestê bi bîr bîne. Bi saya fedakariya wan a mezin hêvî û îradeya azadiyê ya gelê Kurdistanê zindî ma, mezin bû û gihîşt vê astê. Komara Mahabadê ji ber nêzîkatiyên berjewendîparêz, mafnenasî, êrîşa hêzên mêtinger û zalim ên hêzên hegemonîk di demeke kurt de hilweşiya jî be, di têkoşîna li dijî mêtingeriya qirker a gelê Kurdidstanê de nîşaneya qonaxeke dîrokî ye. Qazî Mûhammed û hevalên wî bi sekna xwe ya li hemberî êrîşan ku tawîz ji sekna azadiyê nedan û serî netewandin, di temsîlkirin û dewamkirina kevneşopiya berxwedanê ya Kurdistanê de bûn xwedî cihekî mezin. Meydana Çarçira di hişê gelê Kurdistanê de bû xwedî cihekî gelekî kûr. Em ê bîranîna Qazî Mûhammed û hevalên wî ji niha û pê ve jî di têkoşîna xwe dewam bikin û armancên wan pêk bînin. Li ser vê bingehê soza ku me dane şehîdan em nû dikin.
Rêber APO mîrateya wan mezin kir
Îro di heman demê de salvegera qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî li Kizildereyê ye. Bi wesîleya vê salvegerê em şehîdên komkujiya Kizildereyê Mahîr Çayan û hevrêyên wî bi hurmet bi bîr tînin. Ji pêşengên dîrokî yên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê Mahîr Çayan û hevalên wî bi têkoşîna xwe bêguman encamên mezin afirandin. Têkoşîna sosyalîst a Tirkiyeyê ji aliyê dîrokî ve bi pêş ve bir, li dijî mêtingeriyê di afirandina hişmendî û helwesta têkoşîna hevpar a gelan de bi roleke girîng rabûn. Ji ber vê yekê Rêber Apo li ser vê bingehê têkoşîna Mahîr, Denîz, Îbrahîman û rola wan a di dîrokê de her tim girîng dît, nirxên têkoşînê ji xwe re kir mîrate û têkoşîna azadiyê mezin kir. Bêguman di serdema îro de asta ku lêgerîna jiyana azad, wekhev a gelan û stratejiya têkoşîna hevpar gihîştiye encama vê têkoşîna dîrokî ye. Em di wê baweriyê de ne ku dilsoziya bi bîranîna Mahîr Çayan û hevrêyên wî bi pêşvebirina stratejiya vê têkoşînê û lêgerîna jiyana azad a hevpar a gelan dibe. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo banga Komara Demokratîk û Welatê Azad e ku Mahîr, Denîz û Îbrahîman di oxira wê de têkoşîn meşandin.”
BEHDÎNAN