Soz bi cih neyên em ê nesekinin

Duşem 7 Nîsan 2025 - 03:50

  • Mûstafa Karasû da zanîn dibe ku mirov hinekî din li bendê bisekine, li pêvajoyê binihêre û got:" Lê belê eger dîsa jî gav neyê avêtin, sozên hatine dayin bi cih neyên anîn, em ê jî nesekinin, bi vî rengî li bendê nemînin. Em ê hîn bi şênberî nîşan bidin bê ev nêzîkatî tê çi wateyê."

Nirxandina Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bi vî rengî ye:"Di vê mehê de gelek şehadetên girîng hebûn. Her wiha beriya demeke kurt yek ji dayikên me yên hêja ku di têkoşîna me de xwedî cihekî girîng bû Dayika Sakîne (Sakîne Arat) jiyana xwe ji dest, bila rehma Xwedê lê be. Yek ji damezrînerên PJAK'ê Hecî Ehmedî jî di nava vê mehê de jiyana xwe ji dest da Wî jî bi minet bi bîr tînim. Mirovekî gelekî hêja bû. Di nava têkoşîna gelê Kurd de xwedî cihekî girîng bû. Hem di nava têkoşîna azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê de hem jî di nava têkoşîna azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê de Hecî Ehmedî tevkariyên gelekî girîng kir. Wê her tim bê bîranîn.

Di vê meha Newrozê de Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, hevrê Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan ku Newroz gihandin vê astê bi hurmet û minetdarî bi bîr tînim. Eger Newroz gihîştibe vê astê helwest, sekn û têkoşîna wan xwedî roleke gelekî girîng e.

Bêguman di nava vê mehê de du bûyerên girîng hene. Ya destpêkê, piştî hilweşîna Komara Mahabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê rêberên wê hatin darvekirin û şehîd bûn. Qazî Mihemed û hevalên wî hatin darvekirin. Wan jî bi minet bi bîr tînim. Ew di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng in. Di rabûna Kurdan de di zindîbûna dilxwaziya azadiyê ya Kurdan de bi roleke girîng rabûn. Wan tevkariyeke mezin li vê têkoşînê kir. Em jî ji xwe bi têkoşîna xwe bersivê didin bîranîna wan.

PKK şopdarê hemû şehîdên azadiyê ye ku berê ji bo Kurdistanê têkoşiyan. Di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wan û têkoşîna wan derket. Doh jî bi vî rengî bû, îro jî bi heman rengî ye, sibe jî wê bi wî rengî be.

Di vê mehê de her wiha bûyereke gelekî girîng qewimî. Li Mûşê 14 hevrêyên me yên gerîla bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Ev rewş li Amedê û tevahiya Kurdistanê bû sedema serhildanê û hêrseke dîrokî. Di encama vê de jî Amed rabû ser piyan. Çalakiya Adara 2006'an a Amedê di dîroka Kurdistanê de yek ji çalakiyên herî girîng e. Rojeke welê ye ku welatparêziya Kurdistanê, ruhê berxwedanê, sekna milîtaniyê, welatparêziya gel û pîvanên têkoşînê xurt bû. Wê rojê Amedê xwe careke din ji nû ve afirand. Ji xwe di nava têkoşîna me ya 50 salî de gelê Kurdistanê xwe timî ji nû ve diafirîne. Serhildana Adara 2006'an jî bû rûpelekî nû ku gelê Kurdistanê, gelê Amedê xwe ji nû ve afirand.

Dema ku komê destpê kir hem li nava komên çep ên Tirk beşeke girîng hem jî hin komên Kurd bi gotina, 'Apo 15-20 kes ber bi xwe ve kişandiye, wê Kurdistanê ava bike' henekê xwe dikirin. Biçûk didîtin, pê dikeniyan. Di rewşeke bi vî rengî de komê destpê kir û Rêber Apo ev gotina destpêkê kir: 'Şoreşa Kurdistanê zehmet e, hêsan nîne. Eger weke komekê em ê ava bibin, vê têkoşînê bimeşînin divê em van zor û zehmetiyan bidin ber çavên xwe. Divê her kes vê bide ber çavên xwe'.

Yanî ji me re negot, 'Şoreş tiştekî hêsan e, derfetên vê hene'. Got, 'Şert û merc gelekî zehmet in, derfet nîne, demeke bi pirsgirêk e, cografyayeke zehmet e, dijmin zalim e'. Rêber Apo 50 salan Rêbertî ji vê re kir û ji Mazlûman heta Mahsûman, ji Asyayan heta Rojgeran bi sedan, bi hezaran fedaî afirand. Ev hemû encama dilxwaziya azadiyê ya Rêber Apo, hişmendî û kûrahiya dilsoziya bi armancê re ya Rêber Apo ye. Divê bi vî rengî bê dîtin.

Bi rastî jî ev Newroz bû Newroza asta herî bilind. Bi rastî jî bi vî rengî bû. Ji bendewariyên me wêdetir sekn, kelecan, coş û xwedîderketina civakê di vê Newrozê de hebû. Nîşan da ku 'Newroza gel' e.

Rêber Apo ji bo gelê Kurd got, 'Gelê Newrozê'. Mebest ji gelê newrozê gelekî berxwedêr bû. Newroz ewqasî berfireh û kûrbûna rastiya gelekî ye. Kûrbûn, hêz û bandora Newrozê çiqas be ya rastiya gel jîewqas e.

Gelê Newrozê çi afirand, çi ava kir? Divê ev yek bê dîtin. PKK'ê çi afirand, Rêber Apo çi afirand? Ne ji van bûya wê kîjan destketî bihatina bidestxistin? Bi têkoşîna me re hin tişt hatin bidestxistin, têne parastin. Mezinahiya Newrozê, zindîbûna gel a li hemû parçeyan, xwedîderketina li Newrozê li holê ye. Ya ku ev zindîbûn afirand, ev encam afirand, divê bê dîtin.

Rêber Apo bang kir. Ev bang çi bû? Ya rast Devlet Bahçelî gotibû, 'Bila bangê bike, bangê bike ku rêxistinê fesih bike, şer rawestîne'. Her wiha gotibû, 'Bila bangê bike, hingî wê mafê hêviyê bikeve dewrê'. Rêber Apo bang kir. Di çarçoveya fesihkirina rêxistinê û rawestandina têkoşîna çekdarî bang kir. Lê belê got, ji bo vê jî divê kongre bê civandin û ew xwe vê kongreyê bi rê ve bibe. Belê, ev mijar li Îmraliyê hatin nîqaşkirin, nirxandin. Hevalên Besê û Abbas jî bal kişandin ser vê yekê. Bi bangê re wê di nava hefteyekê, deh rojan de şert û mercên Rêber Apo bihatina guhertin. Lê belê ti gav nehate avêtin.

Belê, dibe ku mirov hinekî din li bendê bisekine, li pêvajoyê binihêre. Lê belê eger dîsa jî gav neyê avêtin, sozên hatine dayin bi cih neyên anîn, em ê jî nesekinin, bi vî rengî li bendê nemînin. Hingî em ê bi rengekî cuda binirxînin. Em ê hîn bi şênberî nîşan bidin bê ev nêzîkatî tê çi wateyê.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.