Jiyaneke bi têkoşînê dagirtî û bi nirx

În 21 Adar 2025 - 03:30

KCK ji bo Hecî Ehmedî peyama sersaxiyê weşand û got:’’Bêgûman jiyanekê binirx e. Em li hemberî bîranîna wî ya bi nirx bejna xwe ditewînin. Carekê din ji hevrêyên wî û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.” Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:“Ewladê şoreşger ê gelê Kurdistanê yê welatparêz hevrê Abdûrahman Hecî Ehmedî ji ber nexweşiyekê roja çûyî jiyana xwe ji dest da û em bi xemginî fêr bûn. Bêgûman em ji ber wefata kesayetekî şoreşger ê ku jiyana wî tev bi têkoşînê derbas bûye gelek xemgîn in. Qet guman nîne ku wê bîranîna wî di têkoşîna me de bijî û wê bigihîje armancê. Hevrê Hecî Ehmed, têkoşerekî bi kesayeta xwe ya sade, mutewazî û kedkariyê ve dihat zanîn bû. Taybetmendiyên wî yên herî girîng xwe bi temamî dabû azadiya gelê Kurd. Di tevahî jiyana xwe de ji xetê derneket. Negot kî çi dibêje û li pey xwe mêze nekir. Her tim li hemberî xeta noker xwedî helwestek zelal bû. Bi wê sekna xwe ya zelal temsiliyeta xeta welatparêziya Kurd a sade, jidil û werek her tim serxist. Jiyana wî her tim bi têkoşînê derbas bû. Hîn di temenê ciwantiyê de tevlî têkoşînê bû. Bi esas wergirtina xeta Qazî Muhamed a welatparêziyê tevlî têkoşînê bû û vê xetê temsil kir. Hevrê Hecî Ehmedî peşmêrgetî jî kir. Piştre Rêber Apo ji nêz ve naskir û ji fikrên Rêber Apo re eleqeyekî mezin nîşan da. Bi hêza ku ji fikren Rêber Apo girt, bi awayekî hîn çalak û bi coş xebitî. Wek encamê welatparêziya xwe ya kûr yekîtiya netewî ya Kurd pir girîng didît. Xeyala wî ya herî mezin çêbûna yekîtiya netewî ya Kurd bû. Ji bo vê her tim din nava hewldanan de bû. Di dawî de avabûna KNK’ê de bi awayek çalak cih girt û di vê oxirê de bû xwedî pêşketinek mezin. Bi armanca pêşxistina têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî çalak di damezrandina PJAK’ê de cih girt û bi salên dirêj hevserokatiya PJAK’ê kir. Jiyanek wî yê wiha ya tijî kedên mezin û serkeftin çêbû. Bêguman ev jiyanek pir binirx e. Em bejna xwe li ber bîranîna wî ya hêja ditewînin. Em careke din sersaxî ji hevrêyên wî û gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin.”

Dilsozê gelê xwe bû

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî têkildarî koça dawî ya siyasetmedarê Kurd Hacî Ehmedî peyama sersaxiyê weşand.

KONGRA GEL sersaxî ji malbata Hacî Ehmedî, ji PJAK'ê, KNK'ê û gelê Kurdistanê re xwest û wiha got:"Heval Hacî Ehmedî ji ciwaniya xwe heta dawiya emrê xwe hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurdistanê pêşkêş kir. Di destpêka salên 1960'an de ji bo perwerdeya zanko hatiye li Ewropayê. Û ji wê demê heta roja dawî meşa xwe ya azadiyê bê navber dewam kiriye.

Wek ciwanekî endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Ewropayê, xebatên welatparêziyê meşandiye. Li gel Dr Abdurehman Qasimlo di rêveberiya HDK-Î de cîh girtiye. Dema ku li Bakurê Kurdistanê têkoşîna azadiyê bilind dibe, di jiyan û xebatên Heval Hacî Ehmedî de jî demeke nû destpê dike. Di sala 1995'an de di damezrandina Parlamenta Kurdistanê Derveyî Welat (PKDW) de, di sala 1999'an de di damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de û di sala 2004'an de di damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de wek endamekî damezrêner cih digre û ji bo azadiya gêlê Kurdistanê di van pêngavên dîrokî de roleke sereke dileyîze. Di hemû jiyana xwe de tenê ji bo azadiya gelê Kurdistanê xebitî. Mirovekî pir dilnizm û dilsozê gelê xwe bû. Ji ber vê yekê jî di dile gelê çar perçeyên Kurdistanê de cîh girt û pir hate hezkirinê. Em wek Tekoşîna Azadiyê û hemû hevalên Kak Hacî Ehmedî soz didin ku, em ê di tekoşîna xwe de wiya bidin jiyankirin, armanç û xeyalên wiya pêk bînin. Li ser wî esasî em car din ji bo malbatê, ji bo PJAK’ê, ji bo hemû dost û hevalên wî û ji bo gelê Kurdistanê sersaxî dixwazin, êşa wana parvedikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.