Modela demokratîk çima di hedefê de ye?
În 2 Çile 2026 - 03:50

- Êrîşên li hember taxên Kurd yên li Helebê nîşan dide ku feraseta dewleta yekparêz a rêveberiya şamê neguheriye. Aloziya navbera QSD û Şamê de ne tenê leşkerî, wek hesabpisînek siyasî ya li dijî modela civaka demokratîk a Kurd giran dibe.
Êrîşên hêzên çekdarî yên girêdayê hikûmeta Şamê êrîşê taxên kurd yên Helebê dikin. Êrîşên ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hedef digirin, bi bersiva ku Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (QSD) ku hêzên parastina cewherî ya Gelê Kurd e re veguherî pevçûn û dorpêçê. Tiştên tên jiyîn ne tenê pirsgirêka ewlehiyê, peyama siyasî ya li hember têkoşîna satuya Kurdan, îradeya rêveberiya xweser û pir nasnamebûnê dihewîne.
Zîhniyeta dewletê neguheriye
Rêveberiya Şamê pegala demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kiriye tehdîd dibîne. Bi taybet tecrubeya parastina cewherî û rêveberiyên xweser li dijî yekparêziya dewleta Baas e. Êrîşên li Helebê pêk tên jî nîşaneya vê nakokiyê ye.
Li Sûriyeyê têkiliya navbera Gelê Kurd û Şamê de tu carî li ser esasê wekheviyê nehat avakirin. Di dema rejîma Baas Kurd her tim bûn hedefa polîtîkayên înkar, zext û asîmîlasyonê. Bi sedhezaran Kurd ji welatîbûnê hatin derxistin, karên siyasî, çandî, ziman yên Kurd hatin qedexekirin. Bi serhildana gel a 2011’an re desthilatdariya Şamê hejiya, gelê Kurd valahiya çêbû bi mekanîzmayên rêxistinbûn û parastina cewherî tije kir. Dewletê xwe da alî, gel bi ser ket.
Şoreşa Rojava û vejîna QSD’ê
Ji 2012’an şûnde pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin, li dijî xeta modela dewleta klîsîk teşe bû. Şoreşa Şoraşa modeleke civakî ya azadiya jinê, pir nasnamebûnê, ekolojiyê sas digire xist jiyanê. QSD weke hêza parastina xweser a vê modelê derket holê. Jinan di bin sîwaneya YPJ’ê de pêşengî kir. Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ne tenê leşkerî, rewabûna ahlaqî û polîtîk da qezenckirin. Ji ber vê jî rêveberiya Şamê QSD qebûl nekir. Ji ber QSD îradeya parastina gel bû.
Entegrasyon an jî tesfiye?
Di nava salan de navbera Şam û QSD’ê de hevdîtin çêbûn. Lê rêveberiya Şamê tu carî maf û statuya Kurdan nas nekir. Planên di bin navê ‘entegrasyonê’ de hatin pêşkêşkirin, berdana çekan a QSD’ê, belavkirina rêveberiyên xweser ferz kir. Ev nêzîkatî ji bo Kurdan dihat wateya plana tasfiyekirinê. Mutabaqatên entegrasyonê yên berê navbera Şam û QSD’ê de hatin kirin, ne di li ser esasê wekheviyê, di xeta ku QSD’ê tasfiye bike de pêş diket.
Krîza li Helebê
Êrîşên dawî yên li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bandora rojene ya aloziya dîrokî nîşan dide. Êrîşên hêzên Şamê ya li hember taxê Kurdan, ne tenê ‘operasyona ewlehiyê’ çavtirsandineke siyasî ye. Peyama dixwaze bê dayîn ‘ya teslîmiyet an jî dagirkirin’ e. Bersiva QSD’ê jî evqas zelal e; ‘Ev gel bê parastin nayê hiştin.’ Polîtîkayên Tirkiyeyê yên dijberê QSD’ê û nêzîkatiya ku destkeftiyên Kurdan hedef digire tê zanîn. Êrîşên li Helebê heman demê de weke peyameke ‘lihevhatinê’ dide Enqereyê tê xwestin. Bêstatuhiştina Kurdan hat asta nokteya hepvar a bazarê ya herêmî.
Şoreşa jinan di hedefê de ye
Ya ku rêveberiya Şamê ne rehet dike ne tenê statuya Kurdan e, pêşengiya jinan a civakî û siyasiye. Ji ber vê jî ev êrîş di heman demê de êrîşên li hember şoreşa jinê ye. Tiştên li Helebê tên jiyîn, derdixe holê ku gotina ‘li Sûriyeyê şer qediyaye’ ne raste. Dewlet bi rêbazên berê hewl dide li ser piyan bisekine; Gel jî jiyaneke nû diparêze. Ji bo aştiyeke rastîn; divê statuya Kurd bê nasîn, QSD wek hêza rewa ya parastinê bê qebûlkirin, azadiya jinê bikeve bin ewlehiyê. Berovajî vê her hewldana Şamê wê ji pevçûnên nû re zemînê amade dike.
JINNEWS/ROJDA AYDIN














