Ber bi 'avakirina pozîtîf' ve

Sêşem 10 Adar 2026 - 18:15

  • Endamê şandeya Îmraliyê Faîk  Ozgur Erol, li ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û her wiha li ser pêvajoyên ‘serdema negatîf’ û ‘serdema pozîtîf’ wiha got: “Têgiha avakirina pozîtîf a rêzdar Ocalan, bi awayekî bingehîn têkoşîneke demokratîk a li derveyî dewletê û hişmendiya azadbûnê vedibêje. Azadiya gel û çareserkirina pirsgirêkên me yên civakî, taloqî piştî şoreşeke negatîf nake.”

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, bi boneya salvegera “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê sibata 2025'an, 16'ê sibata 2026'an çû Îmraliyê û bi wî re hevdîtinek kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi boneya salvegerê, bi rêya şandeyê peyamek bi raya giştî re parve kir. Di peyama xwe de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser derbasbûna ji pêvajoya ‘serdema negatîf’ ber bi destpêkirina pêvajoya ‘serdema pozîtîf’ ve, entegrasyona demokratîk û pêwîstiya bi qanûnên aştiyê.

Em li ser hevdîtina herî dawî ya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat kirin, serdema pêvajoya negatîf, pêvajoya serdema nû ya pozîtîf, entegrasyona demokratîk û qanûna aştiyê, bi endamê şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê Faîk Ozgur Erol re axivîn.

Bi boneya salvegera 27'ê sibatê, peyameke nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat weşandin. Di hevdîtina we ya herî dawî de, kîjan mijar derketin pêş?

Rêzdar Ocalan, hevdîtina dawîn wekî "civîna destpêka entegrasyona demokratîk" bi nav kir. Piştî ku sala borî nirxand, careke din bal kişand ser kûrahiya dîrokî ya têkiliyên di navbera kurd û tirkan de û destnîşan kir bê ka ev têkilî li gorî pîvanên hemdem çawa dikarin bên nûkirin. Gotibû ku entegrasyona demokratîk, daxwaza kurdan a jiyîna wekî civakeke demokratîk û karîna bi awayekî azad avakirina nasnameya xwe ya civakî ye. Der barê rêgezên bingehîn ên entegrasyonê û awayê rêxistinkirina wê de nirxandinên berfireh kirin.

Dema ku behsa bingehên dîrokî yên pêvajoyê tê kirin, têgiha “serdema negatîf” derdikeve pêş. Serdema negatîf çi ye?

Pênasekirina serdema negatîf, têkildarî tevahiya dîroka têkoşînê û teoriya şoreşê ye. Li gorî Rêzdar Ocalan, çi bi rêya tundiyê be çi jî bi rêyên aştiyane be, mijareke ku hemû şoreş li serê hemfikir in heye: Bidestxistina dewletê ya wekî rêxistina bingehîn a ku teşe dide tevahiya têkiliyên civakî û aborî! Dewlet armanca yekemîn a şoreşan e û wisa tê fikirîn ku bêyî bidestxistina wê guherîn ne pêkan e. Ev nêzîkatî redkirin û qutbûneke mezin di nav xwe de dihewîne; domdariya civakê û dewletê li ber çavan nagire. Dê serûbinbûneke mezin bê jiyîn û her tişt hema bêje dê ji nû ve dest pê bike. Hemû pirsgirêkên civakî jî wekî meseleyên ku dê piştî vê serûbinbûna mezin bên çareserkirin, tên taloqkirin.

Her tevgera ku bidestxistina dewletê ji xwe re kiriye armanc, di gava dawîn de dixwaze bibe xwediyê vê hêza teqez û dema ku bi ser bikeve dê vê hêzê li dijî civakê bi kar bîne. Têkoşînên ku tên meşandin, dibe ku xwediyê mebest û armancên azadîparêz bin; lê encameke bi vî awayî bivê nevê dê armancên azadiyê yên mezin sînordar bike.

Rêzdar Ocalan, pêvajoyê di vê çarçoveyê de wekî "pêvajoya şoreşa negatîf" an jî "serdema negatîf" pênase dike. Ev, rexne û rexnedayîna wê rêyê ye ku PKK'ê jî ji damezirandina xwe heta niha tê de meşiyaye. Rêzdar Ocalan, hem bi hewldanên xwe yên li derve hem jî bi tezên ku li Îmraliyê bi pêş xistine, ev demeke dirêj e hewil dida ku hişmendiya şoreşa negatîf veguherîne. Di pêvajoya vê dawiyê de û bi Manîfestoya ku amade kir, ev yek li ser bingeheke pratîk û polîtîk da rûniştandin.

Di vê rewşê de divê em ji têgiha "serdema pozîtîf" çi fêm bikin? Di serdema pozîtîf de çi li benda me ye û ji bo vê yekê gavên şênber ên ku divê bên avêtin çi ne?

Piştî çarçoveyeke wiha giştî, mirov dikare behsê bike ku rêzdar Ocalan ji aliyê pêvajoyê ve bi “serdema pozîtîf” dixwaze çi bibêje. Beriya her tiştî, şopên serdema negatîf ango şopên pêvajoya pevçûnê ya ku li paş maye, pirsgirêkên me yên siyasî, civakî û hiqûqî yên ku divê bên çareserkirin hene. Pêdivî bi bernameyeke siyaset û hiqûqê ya berfireh heye ku veguherîna hişmendiyê ya her du aliyan jî di nav xwe de bihundirîne.

Rapora komîsyonê ligel kêmasî û aliyên wê yên ku tên rexnekirin, ji bo vê merhaleyê dikare bibe zemînek. Wekî gava pêşîn, dikare zagoneke aştiyê ya ku bikaribe pêvajoya pevçûnan bi hemû encamên wê ji holê rake, bê derxistin. Ligel vê yekê, bidawîkirina qeyûman, rakirin yan jî guhertina bêpîvanî û cudakariyên di zagonên cezayê, zagona înfazê û TMK'yê de dê rê veke.

Her wiha ji bo ku ev pêvajo bi rastî jî veguhere hevgirtinekê, divê kurd wekî civakeke demokratîk bikaribin rêxistinbûna xwe pêk bînin. Divê ji bo kurdan qadeke ku bikaribin bi awayekî hevgirtî hebûna xwe biparêzin bê pênasekirin.

Te got ji bo entegrasyona demokratîk pêdivî bi zagona aştiyê heye. Wek hiqûqnasekî tu dikarî vê xalê çawa rave bikî û têkildarî vê yekê gelo xebatên we hene?

Hem têkildarî zagona aştiyê û hem jî têkildarî veguherînên ku divê ligel wê bên kirin, em amadehiyan dikin. Rêzdar Ocalan jî di hevdîtinan de çarçoveyek diyar kiribû. Divê zagon xwediyê sê taybetmendiyan be:

Ya yekemîn; divê zagoneke xweser be. Qesta ji xweserbûnê ev e; divê pirsgirêka pevçûnê ya ku dixwaze çareser bike bi hemû encamên wê ji holê rake.

Ya duyemîn; divê zagoneke berfireh be. Mirov dikare ji vê re bibêje hevgirtîbûn (giştgirtîbûn).

Ya sêyemîn; yên ku dev ji çek û tundiyê berdin, divê bikaribin têkoşîna xwe ya polîtîk di qada siyaseta demokratîk de bimeşînin.

“Entegrasyona Demokratîk” xaleke girîng e. Di vê pêvajoyê de karên ku dikevin ser milên aliyan û civaka sivîl çi ne?

Pêvajoya ku em tê de ne, divê mirov wekî pêvajoya têkoşîn û diyalogê ya di zikhev de bibîne. Ev yek ji bo her du aliyan jî derbasdar e. Rêzdar Ocalan di daxuyaniya xwe ya herî dawîn a 19'ê sibatê de gotibû, “Pêvajoya diyalogê ya ku em li Îmraliyê dimeşînin têkoşîneke cidî ye.” Nêzîkatiya dewlet û siyasetê ya ku deriyê diyalogê veke girîng e. Li aliyê din, têkoşîneke demokratîk a ku ji ber cudahiyên siyasî û bîrdozî derdikeve holê jî xwezayî ye û divêtiyek e. Ger em bibin xwediyê nêrîneke bi vî awayî, em ê baştir fêm bikin ku pêvajoya entegrasyona demokratîk encax bi beşdariya hemû hêzên civakî, xwe-derbirandin û têkoşîna wan a demokratîk a hêzdar teşe digire.

Ku mirov wateya dîrokî ya 27'ê sibatê li ber çavan bigire, ji bo ku pêvajo bi awayekî zelal û tendurist bi pêş bikeve, gava herî girîng a ku divê bê avêtin çi ye?

Bi awayekî rast diyarkirina aktorên bingehîn ên derbasbûna serdema pozîtîf, rol û statuya wan bi baweriya min gava pêşîn a herî girîng e. Em bi hebûna aktorên siyasî yên ku piştgiriyê didin vê pêvajoyê, rê vedikin û bi wêrekî tevdigerin dizanin. Ligel vê yekê, rastiya Birêz Ocalan a ku di vê pêvajoyê de rola xwe ya veguherîner û damezirîner bi vîneke xurt dilîze heye. Vîna xwe nîşan da, berpirsiyarî wergirt, sepand, bang kir û pêk anî. Hemû berpirsiyariyên pozîtîf ên ku rêberekî siyasî dikare wergire, anîn cih. Li aliyekî qeyrana pevçûn û tundiyê ya ku mora xwe li van pêncî salên dawîn daye ber bi çareseriyê ve bir, li aliyê din jî derfetên veguherîna demokratîk derxistin holê. Di kêliyên herî xeternak de jî roleke çareserker lîst û nîqaşeke ku dewlet jî, rêxistin jî paşguh nedikir meşand. Jixwe tevgera kurdan a siyasî ew wekî "muzakerevanê sereke" diyar kiribû.

AZADIYA WELAT / XECÊ ŞEN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.