Jibîrkirina Helebceyê ne pêkan e
Pêncşem 12 Adar 2026 - 15:30

- Rojnameger Ramazan Ozturk ku şahidiya Komkujiya Helebceyê kiriye diyar kir ku erka rojnameger ne tenê tomarkirina bûyeran e, di heman demê de zindîhiştina bîra mirovahiyê ye.
Di 16'ê Adara 1988'an de li bajarê Helebceyê yê Başûrê Kurdistanê, di encama êrişên kîmyewî yên rejîma Baasê de, polîtîkayeke sîstematîk a qirkirinê hate meşandin. Di êrişên kimyewî de herî kêm 5 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 10 hezar kes jî birîndar bûn. Rojnameger Ramazan Ozturk ku bi wêne û nêrînên xwe weke nûçe û rapor bi raya giştî re parve kir, bi taybetî jî bi wêneyên xwe bû dengê gelê Helebceyê. Ramazan Ozturk bi boneya salvegera 38'emîn a Komkujiya Helebceyê axivî.
Ramazan Ozturk diyar kir ku tevî ku bi dehan sal derbas bûne jî, rastiyeke ku neguheriye dibîne û hêj jî heman polîtîkayên înkarê, gotinên dijminatî berdewam dikin û got: “Ez hêj jî tênegihiştime ku hişmendiyeke dikare mirovan bi hovîtiyê bikuje, berhema kîjan kîn û nefretê ye. Ji bo kîjan hesabên berjewendiyê komkujiyeke wisa dikare bê kirin. Van pirsan di roja ku min lingê xwe danî Helebceyê de jî hişê min mijûl dikirin, îro jî mijûl dikin.”
Ramazan Ozturk anî ziman ku mirina piraniya qurbaniyên Helebceyê ku zarok bûn, careke din diqêriya ku ku şer dikare çiqas bêwijdan be û ev tişt gotin: “Li hemberî van dîmenan li ser piyan mayîn bi xwe jî dijwar bû. Min nedixwest bawer bikim ku mirov dikare mirovekî din bi vî rengî bêrehm bikuje. Min hewl dida fêm bikim ka rejîmeke ku heta wê astê dîn bûye ku jin, zarok û kal û pîran bi gazên jehrî bikuje, xwedî kîjan halê ruhî ye. Kesên ku ev dikirin di destpêka axaftinên xwe de behsa Xwedê û olê dikirin. Lê belê heman gelê ku ji heman olî ne û li heman xakê dijîn; tenê ji ber ku daxwaza azadî, maf û edaletê dikirin, qetil kirin. Gava berjewendiyên desthilatdaran di navberê de bin, jiyana mirovan piranî wekî hûrguliyekê tê dîtin. Gava hûn dibin şahidê komkujiyekê, êdî tu bêdengî ji we re bêguneh xuya nake.”
Jibîrkirina Helebceyê ne pêkan e
Ramazan Ozturk destnîşan kir ku jibîrkirina dîmenên ku li Helebceyê dîtine ne pêkan e û wiha pê de çû: “Ew wahşeta ku di gava yekem a ketina bajêr de mirov pê re rû bi rû dimîne, di hişê mirov de tê kolandin. Bêhna mirinê ya ku dema hûn li kolanan digeriyan belav dibû, bi eşkereyî nîşan dida ku şer çiqas qirêj û bêrehm e. Bajar di nava bêdengiya mirinê de mabû. Gava mirov dimirin, bajar jî dimirin. Min li herêmên şer gelek tişt dîtin. Ez bûm şahidê bombebaranan jî. Lê ez li tu derê rastî dîmenekî wekî yê Helebceyê nehatim. Ev ne şer bû, komkujiyeke eşkere bû. Lê belê dîmenekî ku wê rojê min dît, ji bîra min neçûye. Dema ez ketim kolanekê, li ber deriyê malekê kesekî zaroka/ê xwe girtibû hembêza xwe û ji bo dîtina cihekî bi ewle ber bi derve ve reviyabû. Lê belê ez bawer im ji ber bandora gazê, piştî çend gavan li erdê ketibûye. Ew dema ku ketiye xwarê jî, ji bo parastinê, xwe avêtibû ser zarokê/a xwe. Navê wî kesî Omer Hawar bû. Gava min li rûyê wî zarokî nêrî, mîna ku ev pirs ji min dikir: ‘Gunehê min çi bû?’.”
Dîmen zû nehatin weşandin
Ramazan Ozturk bi bîr xist ku komkujiya Helebceyê di 16'ê Adara 1988'an de pêk hat û da zanîn ku medyaya cîhanê ev bûyer du hefte şûnde xist rojeva xwe. Ramazan Ozturk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojnamegerên biyanî yên ku bi min re hatibûn Helebceyê jî heman dîmen dîtin û kişandin. Piraniya wan beriya min vegeriyabûn welatên xwe. Ji ber ku ji Tehranê ber bi Tirkiyeyê ve heftê carekê balafir hebû û ez neçar mam ku li benda wê rojê bimînim. Wêneyên min bi rêya Sîpa Presê nîvê şevê hatin belavkirin. Roja din raya giştî ya cîhanê asta komkujiya li Helebceyê bi van wêneyan dît. Lê pirsek heye ku ez hîn jî jê bi guman im: ‘Gelo ew dîmenên ku rojnamegerên din ên li wir kişandin çi bûn?’ Derfetên wan pirtir bûn. Nexwe çima ev dîmen di wextê xwe de nehatin weşandin. Medyaya navneteweyî komkujî dereng be jî ragihand, lê li ser bûyerê nesekinîn. Ji ber vê yekê li dijî Iraqê raya giştî ya navneteweyî ya bihêz çênebû. Tiştê ku herî zêde ez xemgîn kirim, helwesta medyaya li Tirkiyeyê bû. Li hemberî vê komkujiya ku li kêleka Tirkiyeyê pêk hat, piraniya saziyên medyayê tercîh kirin ku ker û kor û lal bin."
Rastiya şer kir belge
Ramazan Ozturk di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Paşê min 107 belgefilmên nûçeyan ên bi navê ‘Kirilma Noktasi (Xala Şikestinê)’ amade kirin ku li welatên cuda hatin nîşandan û di televizyonan de hatin weşandin. Armanca van belgefîlman ew bû ku bûyerên bandorê li ser jiyana mirovan kirine nîşan bidin. Kovarên wekî Time, Newsweek, Life, Stern û Der Spiegel û saziyên wekî World Press Photo, platformên girîng in ku wêneyên belgekirina bûyerên dîrokî diweşînin.”
AW / AMED / ESRA POLAT







