Teza li ser dewlet û komunê

Sêşem 17 Adar 2026 - 15:00

  • Nivîskar Mahîr Ergun destnîşan kir ku Rêber Apo bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê nêzî Engels bûye.

Yek ji mijarên ku di manîfestoya Rêber Apo de herî zêde tê nîqaşkirin, destpêkirina dîrokê ji şerê navbera dewlet û komunê ye. Ev mijara ku bi taybetî li nava derdorên sosyalîst gelekî tê nîqaşkirin, di dema êrişên dawî yên li ser Rojava de bi rengê "Paradîgmaya Ocalan hilweşiya" kete rojevê. Nivîskar Mahîr Ergun anî ziman ku komun têkoşîna mayina li jiyanê ye, bingeha sosyalîzmê ye û mijar nirxand.

Mahîr Ergun bi bîr xist ku beşa destpêkê ya Manîfestoya Partiya Komunîst bi vê gotinê destpê dike "Dîroka heta roja îro ya hemû civakan ji bilî dîroka têkoşînên çînî ne tiştekî cuda ye" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Ev hevok bi demê re veguherî feraseta dîrokê ya sosyalîzma Marksîst. Bi vî rengî sivik dike; weke ku ji bilî têkoşîna çînî di dîrokê de tiştekî din nîne. Halbûkî esasê meseleyê ev e; ev yek hevoka manîfestoyekê ye û ji manîfestoyan jî nayê hêvîkirin ku encamên lêkolînên dîroka civakî ragihînin; ji wê wêdetir balkêşbûn jê tê hêvîkirin. Hevokeke bi vî rengî balkêş e, lê belê bi temamî rasteqîn nîne. Pirsgirêk ew e ku ev hevok weke mifteya dîrokê tê bikaranîn Manîfesto di sala 1848'an de hate weşandin; ji hingî ve beşeke mezin a sosyalîstên Marksîst şaşitiyên bi vî rengî dikin. Hin hevok ji nava berhemên bingehîn ên Marksîzmê têne derxistin weke baweriyekê ji xwe re diafirînin. Lewma kêm dimîne, şaş dibe û dike ku şaşitiyê bike. Diyar e ku Engels jî ev dîtiye ku di çapa Îngîlîzî ya 1888'an a manîfestoyê de noteke bi vî rengî daniye 'Em bibêjin dîroka nivîskî wê baştir bibe'. Di vê notê de qala girîngiya komunan a di dîroka nenivîsandî de tê kirin. Yanî li gorî Engels 'dîroka mirovahiyê' tenê ji têkoşîna çînî pêk nayê; dîroka nivîsandî tenê ji têkoşîna çînî pêk tê. Beriya vê jî komun heye."

Mahîr Ergun diyar kir ku gotina 'Dîrok ji têkoşîna çînî pêk tê' baweriyeke sar e û ev bawerî jî ji aliyê têkoşînên siyasî ve kêrhatî nîne û got, "Lewma hem ji aliyê rast hem jî ji aliyê çep ve gelek rexne li vê gotinê hatiye kirin. Mînak di pirtûka 'Civak li dijî dewletê' de ya Pierre Clastres ku di sala 1974'an de hate weşandin, tê gotin ku dîroka 'gelên bê dîrok' dîroka têkoşîna li dijî dewletê ye.

Ocalan jî di 'Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk' de destnîşan dike ku gelekî şaş e ku dîrok tenê weke dîroka têkoşîna çînî bê dîtin. Dibêje ev pênase gelekî kêm dimîne; dibe ku modernîteya kapîtalîst vebêje lê belê nikare dîroka tevahiya mirovahiyê îfade bike. Lewma ne dûrî Engels e ku digot, 'Em bibêjin dîroka nivîskî; têkoşîna çînî nikare weke tevahiya dîroka mirovahiyê bê nîşandan'. Li gorî Ocalan dîrok bi esasî şerê çînan nîne, şerê navbera komunalîte û şaristaniya dewletî ye."

Nivîskar Mahîr Ergun destnîşan kir ku di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de komun esas e û got, "Lewma li şûna çîn-çîn dibêje komun-dewlet. Ev yek jî gotineke balkêş û diyarker e, kêrhatî ye."

Mahîr Ergun ragihand ku naverok û dîroka avaniyên komunal ên li Mezopotamyayê, têkoşîna wan a li dijî dewletê ne weke yên li Ewropa yan jî Bakurê Emerîkayê ye û got, "Avaniyên dewletê yên li van deveran gelekî cuda ye. Rasthatina komunan li dewletê ya li van deveran bi şêweyê gelekî cuda bûye. Mînak li Mezopotamyayê mirov dikare vê pêvajoyê bigihînin heta Neolîtîkê, lê li Bakurê Emerîkayê em qala rabirdûyeke ji çend sed salî dikin. Civakên li vê derê bi deh hezaran salî têkiliyên xwe yên komunal parastine, ji nava wan dewletek derneketine. Van civakan piştî fetha dagirkerên Ewropî dewlet nas kirine."

Nivîskar Mahîr Ergun li ser vê bingehê destnîşan kir ku komun bingeha rêxistiniya sosyalîzmê ye.

ANF / STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.