Têkoşerê doza azadiyê: Salih Muslim
Pêncşem 12 Adar 2026 - 15:00

- Salih Muslim ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li Stenbolê nas kir û li Erebistana Siûdî tev li xebatan bû, 55 salan bênavber têkoşiya û heta nefesa xwe ya dawî jî pêşengtiya têkoşîna azadiyê ya gelên Rojava kir.
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, şeva roja çarşemê li Nexweşxaneya Meryam Ana ya li bajarê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê, di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Di van 75 salên emrê xwe de Salih Muslim, ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya. Salih Muslim, dê li bajarê xwe Kobanê ku di dîrokê de weke “Bajarê berxwedanê” hate nivîsandin, ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve were oxirkirin. Di her kêliya jiyana Saliha Muslim de şopên Tevgera Azadiyê ya Kurd tên dîtin.
Salih Muslim, di 3’yê Adara sala 1951’ê de li Kobanê ji dayik bû. Perwerdeya dibistana amadehî li Helebê temam kir û di navbera salên 1970-1977’an de beşa Endezyariya Kîmyayê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê xwend. Dema li zanîngehê, Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û di sala 1978’an de ji bo xebatên wê çû Erebistana Siûdî. Li vir, tevger hêj jinêztir ve nas kir. Salih Muslim, kadroyên partiyê li Erebistana Siûdî nas kir û di hevpeyvîna bi ajansa MA'yê re ya di 12’ê Sibata 2024’an de behsa van salan dikir. Salih Muslim, digot: “Em ciwan bûn û di nava lêgerînekê de bûn. Em li tevgereke ku dikariya ji pirsên me re bibe bersiv, tiştên Kurd dijîn baş binirxîne hebû. Dema ez ciwan bûm, ez ji wan kadroyan hîn bûm ku tevgereke wiha çêbûye. Têkiliyên min wê demê dest pê kirin û di sala 1980’ê de ev têkilî xurtir bûn.”
Salih Muslim, li cihê dixebitî tenê dikariya salê carekê destûr bi kar bîne û wî ji bo naskirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di sala 1983’yan de destûr bi kar anî û cara ewil çû Şamê.
Salih Muslim ku beriya di çarçoveya xebatên partiyê de li ser telefonê bi Abdullah Ocalan re axivîbû, li ser daxwaza Abdullah Ocalan, ji bo mezinkirina tevgera li Erebistana Siûdî bi şev û roj xebitî. Di salên 1990’î de vegeriya Rojava û êdî derfet dît ku Abdullah Ocalan bêhtir bibîne û pê re biaxive.
Salih Muslim û hevrêyên wî, di sala 1998’an de li ser hişyariyên Abdullah Ocalan lez dan xebatên rêxistinkirinê. Her çend lêgerîna wan ji ber komploya navneteweyî dirêj bibe jî, di sala 2003’yan de Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ava kirin. Bi vê yekê re xebatên xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Salih Muslim ku yek ji damezirînerên PYD’ê ye, anî ziman ku Abdullah Ocalan gotiye “Weke PKK’ê em mezin bûn û bihêz bûn. Bi vê boneyê bila tu tirseke we nebe” û bi van gotinan hem bawerî daye gel hem jî wan. Salih Muslim, destnîşan kir ku bi vê bîr û baweriyê di nava gelê Rojava de êdî feraseta “Di serî de Bakur yên ku dê tevahiya Kurdistanê rizgar bike ev tevger e” bicih bûye. Salih Muslim, di 8’ê Cotmeha sala 2020’î de bi rojnameger Nazim Daştan re hevpeyvîn kiribû û di vê mijarê de wiha digot: “Ev rewş di nav tevgerên din ên Kurd de jî pêş ket. Û li ser vê bingehê, beriya ji Sûriyeyê derkevin me bi giştî rewşa welatê xwe nirxand. Jixwe avakirina PYD’ê jî encamek vê bû. Ocalan, hewl dida di navbera rejîma Sûriyeyê û Kurdên li Rojava de têkiliyeke stratejîk pêş bixe. Lêbelê rejîma Sûriyeyê ne xwedî wê têgihiştinê bû. Heke wan ev fêm bikirana, dibûya ku rewşa Sûriyeyê îro hinek cuda bûya. Heke li pêşniyar û fikrên wî guhdar bikirana, belkî jî me Sûriyeyek cuda bidîta.”
Şoreşa Rojava, di van salan de rastî gelek qonaxên girîng hat. Yek ji van êrişa DAIŞ’ê ya sala 2014’an a ji sê baskan ve li dijî Kobanê bû. Salih Muslim, di 19’Ê Îlona 2014’an de ku êriş pir dijwar bûbûn, got “Pirsûseke bêyî Kobanê nabe” û banga seferberiyê kir. Ev bang bû yek ji wan bangan ku berê pevçûnan guherand. Piştî vê bangê, ji gelek welatên cuda bi hezaran şoreşgerên enternasyonal berê xwe dan ser sînor. Li dijî êrişa DAIŞ’ê ku bi çekên teknolojiya pêşketî, hin kes tevî astengkirinan jî derbasî Kobanê bûn û tev li berxwedanê bûn. Bi zêdebûna êrişan re Salih Muslim di 5’ê Cotmeha 2014’an de banga “Êdî kî dikare çi bike bila niha bike. Bila gelê me li her derê rabe ser pêyan” kir û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Li herêmên Kurd lê dijîn li ku derê DAIŞ’î hebin dê heta dawiyê berxwedan bidome” re êdî protesto li seranserî cîhanê zêde bûn. Bi mezinbûna protestoyan re hêzên koalîsyona navneteweyî li Kobanê li dijî DAIŞ’ê kete nava tevgerê.
Hevrêtiya Salih Muslim a bi Abdullah Ocalan re ku ji ciwantiyê dest pê kir, bi demê re xurtir bû. Di hevpeyvîna xwe ya 1’ê Nîsana 2021’ê de dibêje ku Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd gelek girîng e û wiha got: “Ocalan, miletekî mirîbû dîsa zindî kir. Gel miribû, dê tune bûbûya lê birêz Ocalan destûr neda vê. Kurd ji devê gur derxist.”
Salih Muslim, di 25’ê Çileya 2026’an de têkildarî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava de axivî û got ku komployeke navneteweyî hatiye çêkirin, hêza wan heye li ber xwe bidin û dê nebin aparatên tu kesekî. Salih Muslim, anî ziman ku bi berxwedanê dikarin konjonkturê bi leha xwe bizivirînin û got: “Gelê me yê li Ewropayê vê baş dibîne. Zextek polîtîk kir. Tişta ku divê gelê me bike ev e. Bila her kes bi vê bizane, yên demokrasiyê diparêzin Kurd in.”
MA / NAVENDA NÛÇEYAN / EMRÛLLAH ACAR







