Mihrîcana Rojava ya Çand û Huner dewam dike

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 13 Mijdar 2022 - 12:30

Mihrîcan heta 20′ê Cotmehê wê dewam bike û tê de gelek çalakî werin lidarxistin.

Bi panelên diyalogê, şevbihêrkên kurteçîrokan û nîşandana filmên sînemayê, çalakiyên Mihrîcana Rojava ya Çand û Huner a 8´an a li Qamişloyê dewam kirin.

Mihrîcana 8′emîn a Rojava ya Çand û Huner li Qamişloyê di roja xwe ya duyemîn de saet 11.00′an sibehê bi semînera "Taybetmendiyên çanda Kurdî ya nûjen" dest pê kir. Semîner ji hêla Melvan Resûl ve hate dayîn.

Mihrîcanê heta saet 16.00′an bi panela "Rol û bandora xîtaba çandê li ser civaka Kurdî" ji hêla Welîd Colî ve dewam kir. Tê de Dr. Silêman Îlyas, Dr. Azad Elî û Dr. Ferîd Sadûn beşdar bûn. Di panelê de rewşa rewşenbîrê/a Kurd, xîtaba wî/ê ya çandî, bandora çanda Kurdî bi çandên gelên derdorê hatin nîqaşkiirin.

Dûre di şevbihêrka kurteçîrokan de, ji hêla nivîskar Qadir Egîd, Ednan Mistefa, Luqman Yûsif û Ciwanê Evdal ve çîrok hatin xwendin.

Çalakiyên roja duyemîn ên mihrîcanê, bi nîşandana filmeke sînemayê bi sernavê "Kenê reş" ji hêla derhêner Dilcan Oso ve bi dawî bû. 

Çalakiyên mihrîcanê di 11′ê mehê de li navenda HRRK′ê ya Qamişloyê bi beşdariya 134 wêjevan, helbestvan, nivîskar û şêwekaran dest pê kir.

Mihrîcan heta 20′ê Cotmehê wê dewam bike û tê de gelek çalakî werin lidarxistin.

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.