Li Qamişloyê Mihrîcana Çîrokên Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 15 Hezîran 2023 - 00:54

Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyeyê li Qamişloyê Mihrîcana Çîrokên Kurdî ya 8’an bi beşdariya 21 çîrokbêjan dest pê kir.

Di roja yekem a mihrîcanê de ku bi dirûşma “Çîrok Landika Dayîka Kurd e” li Parka Xwendinê ya taxa Xerbî ya Qamişlo li dar ketiye, gelek rewşenbîr, wêjevan û hezkiriyên wêjeya kurdî ji herêma Cizîrê beşdar bûn.

Destpêkê hunerên muzîkî hatin nîşandan, piştre Omran Yunis, Naz Elî û Mihemed Baqî Mihemed çîrok xwendin. Piştî wê pêşbirka pirs û bersivên çandî destpê kir. Mihrîcan dê 5 rojan dewam bike, wê çîrok, çalakiyên cihêreng li dar kevin. Çaverê ye ku mihrîcan 17’ê meha Hezîranê bi diyarkirina çîrokên serketî bi dawî bibe

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.