‘Ziyaret’a Rojava 

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 12 Hezîran 2023 - 05:38

  • Wênegir Caspar Ermert, ev demeke dirêj e ku diçe serdana rojava û li wir gelek çavdêrî kirine. Ew bi pêşangeha “Ziyaret” ev çavdêriyên xwe bi xelkê re parve dike. Her wiha ew jiyana li Rojava weke jiyaneke alternatîf jî dinirxîne û dibêje, Rojava dikare bibe modêleke baş.

Şoreşa Rojava û şerê wê li dijî DAIŞ´ê bala gelek hunermendan bire ser xwe. Li Rojava tenê film nayên çêkirin, her wiha di warê wênegiriyê de jî nihêrînên balkêş derdikevin holê ku di heman demê de ev nihêrîn belgeyên pêvajoya şoreşê û wan bûyeran in ku li Rojava pêk hatine. Wênegir, Caspar Ermert jî bi bûyerên li Qamişlo, Kobanî, Eyn Îsa, Til Temir û Hesekê daketiye, ew kirine belge û bi wêneyan rewşa li wir nîşanî xelkê dide. Her wiha êrişên DAIŞ’ê yên ku niha jî dewam dikin û êrişên Tirkiye yên hewayî dinirxîne bi van wêneyên xwe. Caspar Ermert van wêneyên ku li Rojava girtine di pêşangeheke bi navê “Ziyaret” (Serdan) de nîşanî xelkê dide. 

Pêşangeha wî ya bi navê “Ziyaret” wekî din bala mêvanên pêşangehê dibe ser rola şervanên jin û peywira şervanên biyanî ya di şer de. Pêşangeh her wiha rewşa insanî ya li Rojava jî radixe ber çavan û li hember êrişên Tirkiye xelk xwe çawa diparêze jî dîsa bi wêneyan nîşan dide. 

Pêşangeh 10’ê Hezîranê, li paytexta Elmanyayê Berlînê, li navnîşana Franz-Mehrîng-Platz 1 hat vekirin, ew ê heta 18’ê Tirmeha 2023’yan jî li serdana xelkê vekirî be. Pêşangeh rojên duşeman û înan wê di navbera saet 9:30-14:00’an de û rojên sêşem, çarşem û pênçşeman jî di navbera saet 9:30-16:00’an de vekirî be.

Ji bo nîşandan rêxistina şoreşê

Caspar Ermert bi van wêneyên xwe yên di pêşangehê de, hewl dide bi nihêrîneke taybet li Rojava binihêre. Her wiha ew dixwaze fêm bike bê ka xelkên li wir bi çi awayî organîze dibin û çawa bi hev du re jiyaneke hevpar ava dikin. Esas, vê meraqa wî berê wî daye Rojava. Wî bi vê motîvasyonê wêneyên Rojava girtine. Her wiha wî xwestiye zehmetiyên ku niha xelk di nav de ne jî fêm bike û li hember vê zehmetiyê jiyana alternatîf a ku Rojava hatiye avakirin, bike belge. Jixwe, ji xeynî karê wênegiriyê, Caspar Ermert bi saziyên sivîl re jî dixebite û di vî warî de xebatên cur bi cur birine serî. Lê ew herî zêde rewşa heyî ya insanan bi wêneyan nîşanî xelkê dide û beriya niha jî çend pêşangehên wî çêbûne.  

 

Rojava dikare bibe modêl

Di vekirina pêşengehê ya li “Franz-Mehrîng-Platz 1” de li ser navê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Solîn Janya axivî. Janya got: “Rojava tevî hemû gefan, bi avakirina jiyana alternatîf hêvî da xelkê. Rêveberiya Xweser a Rojava bi demokratîkbûna xwe hêviyê dide gelan, jinên Kurd jî ev hêvî zindî kirin. Divê em jinên Kurd di her warî de şer bi dawî bikin.” Janya têkîldarî pêşanghê jî got, “Em li vir dibînin ku ji şer û aştiyê wêdetir jiyana hevpar a civakî pêkan e.” 

Malbata şoreşgerê Elman, Konstantin Gedig (Andok Cotkar) ê 16’ê Cotmeha 2019’an di dema Berxwedana Serêkaniyê de şehîd bû, beşdarî pêşengehê bû û axaftinek kir.

Casper Ermert ku modelên jiyana alternatîf li cihê wê lêdikole û dişopîne, ji bo Rojava got, “Rojava weke jiyaneke alternatîf, dikare ji gelên cîhanê re bibe modêl.”

 

Dahat ji bo Heyva Sor a Kurdisatanê

Buroya jinên Kurd li Elmanyayê “Cenî” û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştevaniya pêşangeha “Ziyaret” dikin. Peyameke weke vîdeo ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di pêşangehê de cih digire. Dahata ji vê pêşangehê dê bi temamî ji saziya “Heyva Sor a Kurd” re bê şandin. Heyva Sor a Kurd ji 2012’an ve li Rojavayê Kurdistanê dixebite. Her wiha pirtûkeka wêneyan jî dê li pêşangehê hebe û mêvanên pêşangehê wê karibin vê pirtûkê bikirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.