`Şopa Orkîd` Rojava dixemilîne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 23 Tebax 2023 - 16:22

MIHEMED EBDO / ANHA / QAMIŞLO

Bi dehan ciwanan însiyatîfeke bi navê "Şopa Orkîd" ava kir. Ew di çarçoveya wê de bi xêzkirina wêneyên li ser dîwaran, kolanên bajarê xwe xweşik dikin.
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 12 şêwekar û hezkiriyên şêwekariyê yên destpêker, beriya 3 mehan komeke bi navê "Şopa Orkîd" ava kirine û bi derfetên xwe yên xweser, li ser dîwarên kolanên hin taxên bajêr wêneyan xêz dikin.

Heta niha ti alî xwedî li înîsiyatîfa vê komê derneketiye, ew bi xwe boyaxê û madeyên pêwîst dikirin.

Rengandina dîwaran, hê ji xêz û rengên li ser dîwarên şikeftan dest pê dike, li bajarên Yewnana kevin jî li ser cilsê dihatin xêzkirin û li bazara giştî dihatin nîşandan. Qismek ji vî hunerî li bajarên modern ên serdema me, wextekî weke xirake û vandalîzmê hatin binavkirin. Lê belê gelek akademisyenên hunerî, destnîşan dikin ku ev huner gelek girîng e ji ber ku şêwazekî naskirî yî vegotinê ye.

 

Li Qamişloyê dest pê kir

Koma Şopa Orkîd, li kolanên Qamişloyê dest bi karê xwe kiriye. Xelk wê wêneyên xeyalên zarokan bibîne.

Lê helbet gelek mijar hene ku dikarin bi vî hunerî mirov dikarin balê bibin ser wan. Yek ji wan di vê kela germa havînê de hişyarkirina xelkê ye ji bo ku di xerckirina avê de îsrafê nekin.

 

Amade ne kolanan bixemilînin

Wênesaz Samir Kalo yek ji endamên înîsiyatîfê ye. Wî got, ew bi vî hunerî dixwazin geşbîniyê di nava zarokan de belav bikin û kolanên bajarên xwe xweşik bikin.

Koma “Şopa Orkîd” plan dike, heke piştgiriya pêwîst pê re bê kirin, înîsiyatîfa xwe firehtir bike ku heta niha 3 qonaxên wê hene. Yek jê li Girkê Legê û yên din li Qamişloyê ne.  

Endamên komê dibêjin, ew amade ne, li ser tevahiya dîwarên kolanên bajêr wêneyên çandî û hişyarkirinê xêz bikin û hêviyê belav bikin.

Înîsîyatîf, ne ya yekemîn e lê belê beriya wê jî bi teşwîqkirina Desteya Çand û Huner a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn ku ruxsetên pêwîst bidin wan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.