Sînorên parçekirina Kurdistanê bêmane kiribûn

Pêncşem 28 Kanûn 2023 - 10:38

Di êrişên deweta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê de, sînemavanê ji Rojhilatê Kurdistanê Mansûr Kerîmiyan (Pîro) jî şehîd bû. Mansûr Kerîmiyan piştî Şoreşa Rojava ji bo ku destekê bide şoreşê di warê sînemayê de, berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê. Ew ji bajarê Sine bû. Bi vê kirina xwe wî sînorên di navbera hêlên cihê yên Kurdistanê de jî bêmane kiribûn.

Ew pêr di encama êrişên dewleta Tirk a qirker de li Qamişloyê şehîd bû. Ew di çêkirina rêzefilmên "Tava Sor" û "Evîna Kurd" de bi dewreke mezin rabûbû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.