Nivîskarên siberojê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 25 Tîrmeh 2023 - 03:23

4'emîn Pêşbirka "Nivîskarên Pêşerojê" bi beşdarbûna 150 zarokan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê dest pê kir. Pêşbirk li ser asta herêma Cizîrê ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Komîteya Jinên Wêjevan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye birêxistinkirin. Pêşbirk ku bi zimanên Erebî û Kurdî ye ji 4 qonaxan pêk tê.

Qonaxa yekemîn doh bi dirûşma "Şitla îro dara sibe ye" dest pê kir. Komîteya amadekar a pêşbirkê li nirxandinên zarokan ên li ser çîrokên ku li wan hatine belavkirin, guhdar kir. Di qonaxa duyemîn de jî dê her beşdarek di nava hefteyekê de navaroka çîrokekê binîvisînin, paşê dê ji aliyê komîteyê ve werin nirxandin.

Di qonaxa sêyemîn a dawîn de jê dê nivîs ji zarokan were xwestin û li pêşiya komîteyê werin xwend. Di 7'ê Tebaxê de jî dê kesên serketî werin diyarkirin û bên xelatkirin .

Pêşbirk li gorî du temenan (ji 10 salî heta 14 salî û ji 15 salî heta 18 salî) hatiye birêxistinkirin. Armanca pêşbirkê teşwîqkirina zarokan li ser xwendin û nivsandinê ye, he wiha ji bo pêşxistina behreyên wan e.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.