Estetîka şoreşê ava dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Tîrmeh 2023 - 04:27

MAHMÛT ALTINTAŞ/MA / RIHA

 

Endamê Komîna Film a Rojava, sînamevan Nûman Yîgît got, piştî Şoreşa Rojava huner xwe li ser esase Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike û pêşengiya huner dike li Rorjhilata Navîn.

Piştî Şoreşa Rojava, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat demezirandin û li dijî pergala modernîteya kapîtalîst, li ser fikra Abdullah Ocalan tovên Modernîteya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatin reşandin.  

Komîna Film a Rojava û Hunergeha Welat ku li Rojava xebatên xwe li ser esasê, Hunerê Modernîteya Demokratîk dimeşînin, heta niha gelek berhemên hunerî yên weke klîb, şano û film derxistin holê. 

Em li ser xebatên çand û hunerî yên Rojava, bi Endamê Komîna Film a Rojava û sînemavan Nûman Yîgît re peyivîn. 

 

Şoreşa Rojava bandoreke çawa li hunerê kurdî kir? 

Huner bi awayekî estetîk xwe anîna ziman e, hesreta gelê Kurd ji aliye hunerî ve xwe anîna ziman bû yanî li aliyekî pirsgirêka xwe anîna ziman hebû, li aliyê din jî nedikarîn bi awayekî estetîk xwe bînin ziman. Lê Şoreşa Rojava ji bo bi awayekî estetîk xwe bînin ziman deriyek vekir. Şoreşa Rojava bû sedema bingehê ku paşeroja hunerê kurdî xwe li Rojava nûjên bike û gelê kurd vegerê eslê xwe û rastiya xwe û vê yekê bi awayekî estetîk û hunerî bîne ziman. Ji çar aliyên Kurdistanê Kurd, dema hunerekî li Rojava derdikeve, weke ku ev huner ji destê wan derketiye lê dinihêrê, ji ber ku berhemeke ku li vir dertê, pênaseya çar aliyên Kurdistanê dike. Şoreşê hem ji bo hunerê kurdî hem jî ji bo hunermendên Kurd derfeteke pirr mezin ava kir.  

Huner xwe li cihekî bi nakokî ava dike, lê Şoreşa Rojava ev nakokî ji holê ranekirin, kûrtir kirin. Niha metirsiya me mayinde kirina şoreşê û bilindkirina hunerê kurdî ye. Yanî derdekî wisa heye, yên derdê wan hene, dikarin huner bikin. Şoreşê deriyek vekir ku hunermendên Kurd, gelê Kurd derdê xwe bîne ziman. Di vî warî de girîngiya şoreşê ji bo çar aliyên Kurdistanê û gelên mêtingeh, bû nimûneyek. 

 

Cudahiya hunerê Modernîteya Demokratîk û ya kapîtalîst çi ye?  

Modernîteya kapîtalîst huner li ser esasê bazarê û sermayê dibîne û di heman demê de pûçkirina heqîqetê ye. Ji aliyê sînema, şano û klîban ve girîngiya huner bi pereyan tê pîvan, yanî were firotin hêja ye, heke xizmeta modernîteya kapîtalîst bike girîng e. Bi şoreşê re, giredayî paradîgmaya Serok Apo ya Modernîteya Demokratîk li ser esasê, paradîgmaya ekolojîk, azadiya jinê û demokratîk huner jî xwe ji nû ve saz dike. Dema em filmekê çêdikin, divê em hesabê azadiya jinan bikin, dema kilîbekê çêdikin, divê em hesabê ekolojiyê bikin, dema em berhemeke şanoyê derdixin, divê em hesabe li hev hatina neteweyên cuda bikin. Di hunerê modernîteya kapîtalîst de tişta tê firotin desthilatdarî ye, şerê di nava civakan de ye, azadiya jinan û xwezayê nayê parastin. Modernîteya Demokratîk jî li dijî vê yekê hunerê saz dike. 

 

Di avakirina berhemên hunerî de baldarî û armancên we çi ne? 

Armanca hunerê modernîteya demokratîk xizmetkirina şoreşê ye. Bi awayekî estetîk û hunerî rastiyê û şoreşê bîne ziman. Weke hunermend derdê me yê esasî ev e, em dixwazin bi hunerê xwe xizmeta jiyaneke azad bikin. Dema me sînemaya xwe pênase kir jî ne weke sînamaya mezlûman, weke sînameya egîdan me ew pênase kir. Yanî me ne li ser esasê gelekî feqîr, bindest û di bin mêtingeriyê de ye, sînemaya me di heman demê de çîroka gelê şoreşger, gelê berxwedêr, gelekî azadîxwaz e û tevî di bin mêtingeriya 4 dewletan de ye jî vî gelî ku ziman û çanda xwe parastiye ye. Îro ev gel ji Rojhilata Navîn pêşengtiya hunerê jî dike.  

 

Berhemên Hunerî yên Rojava bandoreke çawa li civaka Kurdistanê û cihanê dikin?

Piştî şoreşê, gelê Kurd bi awayekî azad xwe di sînemayê de tîne ziman. Bi şoreşê re film, rêzefilm, klîb, şano û stran dertên. Her çiqas asta ku em dixwazin, em negihiştinê jî, gelê me berhemên hunerî ku li vir dertên, pîroz dibîne û xwedî li wan derdikeve. Civaka me bi hesreta berhemên kurdî ye. Piştî şoreşê kurdên çar aliyên Kurdistanê berê xwe dane Rojava, li benda berhemên vir in. Em jî giraniya vê yekê hîs dikin. Kêmasiyên me hene lê tevî van kêmasiyan jî xwedîderketineke mezin heye. Heke em nekarin ji vî gelî re bibin bersiv, em ê layîqî vî gelî nebin. Berhemên dawî weke Filmê Kobanê rêze filma Evîna Kurd û kilîb, em xwedî derketina gel dibînin. Divê em jî bi berhemên xurtir derkevin pêşberî gelê xwe. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.