- Nivîskar û helbestvanê navdar yê Gelê Kurd Şêxmûs Hesen Mihemed (Cegerxwîn) beriya 41 salan xatir ji heskirî û gelê xwe xwest. Bi navê Cegerxwîn bû helbestvan, çîrovnivîs, nivîskar, zimanzan û wêjevanekê navdar yê dîroka wêjeya Kurdî.
Cegerxwîn hemû jiyana xwe bi derbederî, koçberî û di nava hejariyê de derbaz kir. Ji ber xem, êş, bindestî û kulên gelê xwe yê Kurd navê xwe kir Cigerxwîn. Cegerxwîn, navê wî yê rastî Şexmûs Hesen Mihemed’e, di sala 1903’yan de li gundê Hesara girêdayî navçeya Kercosê ku we demê giredayî bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê bû, ji dayik bû. Piştî ku di temenekî biçûk de bavê wî çû ser dilovaniya xwe, xwîşka Cigerxwîn ew bir cem xwe.
Dema ku ew hîn 11 salî bû, di destpêka şerê yekemîn yê cîhanê de, bi malbata xwîşka xwe re Bakurê Kurdistanê terikand, derbazî Rojavayê Kurdistanê bû û bû penaberê li ser xaka xwe. Ew li Amûda ya girêdayî Qamişloyê bicih bû. Li wê derê dayîka wî jî koça dawî kir.
Cegerxwîn di sala 1928’an de xwendina xwe ya medresê bidawî kir û destûra melatiyê wergirt. Piştî vê yekê Cigerxwîn dest bi melatiya gundê Til Şair kir û ji ber vê yekê jî navê Mela Şexmûs lê hate kirin.
Xema ku dibe xencera parastinê
Cigerxwîn yek ji beşdarên Serhildana Şêx Seîdê Pîran bû. Tepisandina serhildanê bi rêbaz û kiryarên hovane ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve, bandoreke mezin li hestên netewî yên wî kir û birînek kûr di dilê wî de hişt. Ji hingê ve wî navê xwe kir Cegerxwîn.
Piştî wê jî hemû helbestên xwe li ser Kurd û Kurdistanê nivîsî, xema xwe dike xencereke parastinê di sîngê dijminan û ji bo hişyarkirina gelê Kurd bikar anî.
Li Radyoya Bexdayê karê Kurdî dike
Piştî Şoreşa 14’yê Tîrmeha 1958’an tê Iraqê û demekê di beşa Kurdî ya Radyoya Bexda de dixebite. Herwiha li Zanîngeha Bexdayê tevlî xebatên vekirina beşê zimanê Kurdî (Kurmancî) dibe û li Beşa Kurdî ya Koleja Wêjeyê ders daye.
Têkoşîn û kesera gelê xwe dinivîse
Piraniya helbestên wî li ser têkoşîna netewî ya Kurd û derdê cotkarên Kurdin. Di ve rê de rastî gelek girtin û îşkenceyê hatiye. Di 22’yê Cotmeha 1984’an de li Stockholma Swêdê di 81 saliya xwe de koça dawî kir. Cenazeyê wî anîn welat û li Qamişloyê hat veşartin.
Yek ji xemxwariya herî mezin ya helbestvan û niviskar Cigerxwîn tirsa tunebûna zimanê Kurdî bû. Xizmeteke mezin ji wêje, rêziman û zimanê Kurrdî re kiriye û gelek dîwanên wî yên helbestan hene.
Di tevahî jiyana xwe ya karê huner û wêjeyê de bi qasî 10 dîwanên têr û tejî li pişt xwe hiştiye.
Berhemên wî wiha ne;
Dîwana yekem: Agir û Pirûsk, 1945, Şam
Dîwana duwem: Sewra Azadî, 1954, Şam
Dîwana sêyem: Kî me Ez?, 1973, Beyrûd
Dîwana çarem: Ronak, 1980, Stockholm
Dîwana pêncem: Zend-Avesta, 1981, Stockholm
Dîwana Şeşem: Şefaq, 1982, Stockholm
Dîwana heftem: Hêvî, 1993, Stockholm
Dîwana heştem: Aşitî, 1985, Stockholm
Dîwana nehem: Salar û Mîdya, 2003, Stochholm
Dîwana dehem: Şerefnameya Menzûm, 2003, Stenbol
Cigerxwîn li ser ziman û wêjeya Kurdî jî pir xebatên bi qedir û qîment kiriye û şopek mezin di wêjeya Kurdî de hiştiye.
Berhemên wî yên li ser çand û ziman wiha ne;
Destûra Zimanê Kurdî, 1961, Bexda
Ferheng, beşa yekem, 1962, Bexda
Ferheng, beşa duwem, 1962, Bexda
Folklora Kurdî, 1988 Stockholm.
Çîrok
Reşoyê Darê, 2008 Amed
Cim û Gulperî, 2008 Amed
Berhemên wî yen li ser dîrokê;
Tarîxa Kurdistanê (ev berhem piştî koça dawiya wî hatiye çapkirin), 3 berge, 1985-1987, Stockholm.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN