Belgefilma Şîlan Sadî li Kanada bi ser ket

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 25 Cotmeh 2025 - 00:55

NAZ OZEK / AW / AMED

Derhêner Şîlan Sadî ya ji rojhilatê Kurdistanê ye bi belgefîlma xwe ya bi navê “Li Kurdistanê Şev û Mij” li Kanadayê xelata belgefilma herî baş a metraj dirêj girt. Belgefîlmê di Festîvala Fîlman a Female Eye (FeFF) ya li Torontoyê de ku di navbera 14 û 19ê Cotmehê de hate lidarxistin, layiqî xelata Best Feature Documentary hat dîtin. Fîlmê “Li Kurdistanê Şev û Mij” li ser Kurdên Êzidî û komkujiya Şengalê ye.

Ev festîval ku di sala 2001an de hatiye damezrandin, wekî yek ji festîvalên fîlmên jinan ên herî hêja ya cîhanê tê pejirandin û di lîsteya festîvalên Qualifying Canadian Screen Award (Pêşnîyarên Xelatên Sînêmaya Kanada) de cih digire. Armanca bingehîn a çalakiyê, nîşandana û rêzgirtina fîlmên ku derhênerên jinan ên ji çar aliyên cîhanê bi nerîna mirovî, civakî û afirîner a xwe çêkirinê ye.

Şîlan Sadî gelemperî li ser fîlmên belgeyî û çêkerî xebatan dimeşîne. Bi taybetî li ser zehmetiyên jinên Kurd ên kur rûberî astengdariyên siyasî û civakî dibin xebat dike. Her wiha dibêje ku ew sînemayê weke amûreke berxwedanê û xwederbirîna çandî dibîne.

Fîlmên Şîlan Sadî yên ku di qada navneteweyî hatine nîşandan û xelat wergirtine wiha ne: “Fîlmografî, Li Kurdistanê Şev û Mij (2024), 5 Dayik û Keseke Ji Rêzê (2020), 001 (2017), Keça Dapîra Min (2014), Kuçeya Li Pişt Mala Me (2010), Cil û Bergên Mukriyanî (2008), Xewna Wenda (2006)”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.