‘Şitla îro dara siberojê ye’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 8 Tîrmeh 2023 - 04:33

Pirtûka Stêrkên Geşbîn a taybet di Pêşbirka Nivîskarê Siberojê de, bi şahiyek hat îmzekirin.

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Pêşbirka Nivîskarê Siberojê ya 4’an, bi dirûşma “Şitla îro, dara sibe” li Parka Xwendinê ya li Qamişlo, li dar xist.

Şahî bi amadebûna bi dehan xizmên zarokên ku pirtûk derxistine hate lidarxistin. Di destpêka şahiyê de endamê komîteya amadekar a Pêşbirka Nivîskarê Siberojê, Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku armanca pêşbirkê ew e ku asta xwendinê li cem zarokan were pêşxistin û behreyên wan werin vedîtin ji bo di siberojê de bibin nivîskar .

Piştre pirtûk ji aliyê zarokên nivîskar ve hat îmzekirin û li zarokên ku tev li şahîyê bûne hatin belavkirin.

Pêşbirka Nivîskarê Siberojê ji 2020’an ve bi rengekî salane tê lidarxistin.

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.