Navenda Hêzil ji bo çandê dixebite

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 29 Tîrmeh 2023 - 04:50

Bi bidawîbûna sala xwendinê re Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ragihand ku dewreyên muzîk, stran û fêrkirina govend û şêwekariyan ji bo jinan vekirin. Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ji zarokên li Tirbespiyê re jî dewreyên fêrkirinê yên bêpere vekirin.

Xwendekar ji mamosteyên di muzîk, şêwekarî û govendan de pispor in, perwerdeyê dibînin. 51 xwendekar li gorî behre û xwestekên xwe perwerdeyê dibînin. Lîlav Xalid a ku perwerdeya muzîkê distîne, dibêje ev dewre ji bo geşkirina behreyên wan şansek in û li ser gelek alavên mîna gîtar, ûd, org û kemanê perwerdeyê distînin.

Li gorî Lîlavê, ew di perwerdeyê de sûdê ji bo geşkirina behreyên xwe werdigirin, bi wê re behreyên wan rojane bi pêş dikevin û hêvî dike di pêşerojê de bibe stranbêj. Li aliyekî din jî 16 xwendekar li ser rêsandin, dirûtina cilên folklorîk û şêwekariyên din perwerde dibin.

Koma Hêzil a Dîlan û Muzîkî di 1987an de li Tirbespiyê hate damezirandin û bi destpêkirina şoreşa Rojava re bi awayekî nepenî li jêrzemînekê navendek bi navê Navenda Cegerxwîn hate vekirin. Piştî hikumeta Şamê ji Tirbespiyê hate derxistin, bi awayekî fermî navê navendê bû Navenda Hêzil a Çand û Hunerê.

Îro jî li navendê Koma Şehîd Xebat a Stranan, Koma Şehîd Bawer a Muzîk û Stranan, Koma Şehîd Rêwan a Dîlana Folklorîk hene û ev kom beşdarî hemû cejnên neteweyî dibin.

 ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.