‘Em ê bi hevre Amedê bihejînin’

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 25 Cotmeh 2025 - 00:50

Koma Amed ku di sala 1988an de hate damezrandin, dê di 25ê Cotmehê de li Qada Newrozê konserek li dar bixe. Konser bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Peyasê û Sanatça Organîzasyon pêk tê. Endamên komê ji bo konserê îro hatin Amedê û bi kêfxweşî û girseyî hatin pêşwazîkirin.

Du endamên Komê, Memo Gul û Suleyman Çarnewa jî di nav komê de ne. Mem Gul piştî 33 salan tê Amedê û Suleyman Çarnewa jî piştî 28 salan tê Amedê. Her du hunermendan jî hestên xwe bi Ajansa Welat re parve kirin.

Memo Gul: Em ê hev re Amedê bihejînin

Endamê Koma Amed Memo Gul diyar kir ku ew piştî 33 salan tê Amedê û hemû endamên komê jî bi hev re dê 38 sal şûn ve hatin Amedê û got: “Endamên Koma Amed, li Amedê tu carî konser nedane. Ev tişt jî ji bo Koma Amed cara yekemîn e. Hevalên me bi taybet konser dane lê em bi giştî cara yekemîn e. Me dest bi albûme kir û derketin derveyî welat dest pê kir. Albûm nivî li welat nivî jîderveyî welat me amade kirin. Ev ji bo me bêşensiyekî bû. Di salan 90î de derfetê me tune bûn ku em konseran çêkin. Em pirr kêfxweş, kelecan û hestiyar in. Dema em hatin balifirgehê pêşwaziyekî gelek xweş çêbû, em nikarin hestên xwe bînin ziman. Em spasiya xwe ji gel û saziyên me re dikin. Hevşaredarên jî gotin hûn bi xêr hatî mala xwe, rastî jî em hatin erdê xwe. Em hê jî di nava şokê de ne. Em ê bi hev re Amedê bihejînin. Em hêvîdarin ku konserek baş li dar bixin. Em benda her kesî ne. Em jî konserê amade ne. Em nifşên kevn in, ew jî nifşên nû ne. Bila werin em bi hev re bi coş konserê derbas bikin.”

‘Vaye xeyala me pêk tê’

Endamê Koma Amed Suleyman Çarnewa jî anî ziman ku ew nikare hestên xwe bîne ziman û wiha axivî: “Peyvên min têrê nakin ku ez biaxivim. Navê komê Amed e lê tu carî li Amedê konser pêk neaniye. Ji bo vê tiştê xeyalê me xelas bûbû. Lê vaye xeyala me pêk tê. Ez pirr kelecan im. Ez hatime li ser ax û welatê xwe. Hatine min li vir deynekî bû. Ez îro vî deynî li vir didim. Em vê konsere wekî cejnekî dibînin. Ez spasiya xwe ji saziyan û gelê xwe re dikim. Ez ê li Kurdistanê jî bigerim.”

AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.