Mihrîcana “Aştî ji bo Zarokatiyê” bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Tîrmeh 2022 - 21:09

  • Mihrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê ya li Tebqayê bi vekirina pêşangeheke kardestên zarokan bi dawî bû. 

Mihrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê ya li Tebqayê bi vekirina pêşangeheke kardestên zarokan bi dawî bû. Di roja dawîn a mihrîcanê de, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, endamên saziyên sivîl, leşkerî û bi dehan şênî beşdar bûn.

Pêşangeha berhemên zarokan ji aliyê zarokê bi navê Mihemed El-Nasir ve hate vekirin. Li rex pêşangehê, Koma Zarokên Firatê, Rewda El-Emel a Tebqayê berhemên hunerî û stranên têkildarî çanda herêmê pêşkêş kirin.

Hevseroka Komîteya Çand û Huner Roşîn Mihemed axivî û xebatên Komîteya Amadekar a mihrîcanê silav kir û got, “Komîte dê hewl bide zarokan hîn bike û destekê bide behreyên wan.”

Roşîn Mihemed anî ziman ku Mihrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê, rêûresm û çanda herêmê rave kir û hewl dide behreyên zarokan bi pêş bixe ku ji ber şerên li herêmê gelek azar kişandine. Di dawiya mihrîcanê de, Komîteya Çand û Huner a Tebqayê zarokên beşdarî mihrîcanê bûne, xelat kirin.

Mihrîcana “Aştî ji bo Zaroktiyê” 4 rojan dewam kir.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.