- Mihrîcana Şanoyê û Zarokan ku ji aliyê Şaredariya Silopiyayê ve hat lidarxistin, bi dawî bû.
Mihrîcana Şanoyê û Zarokan ku ji aliyê Şaredariya Silopiyayê ve hat lidarxistin, bi dawî bû.
Midûriyeta Çandê û Karên Civakî ya Şaredariya Silopiyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mihrîcana Şanoyê û Zarokan a di 14'ê Tebaxê de dest pê kir. Mihrîcan bi dawî bû. Fînala mihrîcanê li qada Newrozê ya li taxa Yenîşehîrê hat lidarxistin.
Hevşaredar Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk tevlî fînalê bûn. Zarokên ku di çarçoveya mihrîcanê de heta niha li taxên Ofîs, Nûh, Şehît Harûn, Kizir, Başak û Yenîşehîrê hatibûn cem hev, di fînalê de jî kom bûn.
Di fînalê de Ma Muzîkê jî zarok bi muzîk û performansa xwe şa kirin. Wê ji bo zarokan atolyeyên cûr bi cûr ên wekî boyaxkirina rû, deng û rîtmê li dar xistin.
Di fînala mihrîcanê de zarokan xweş kêfa xwe kir.
Mihrîcan bi stranên zarokan bi dawî bû.
ŞIRNEX