Zarok li Reqayê bi çanda xwe radibin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Adar 2023 - 23:45

  • Navenda Çand û Huner a Reqayê deriyê xwe li zarokên bajêr vekiriye û behreyên wan kifş dike.

EHMED ESAF / ANHA / REQA

Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi armanca vejandina çanda herêmê, parastin û pêşxistina wê di sala 2018ʹan de hat vekirin. Ev navend bû yek ji saziyên giştî yên girîng li herêmê.

Rojane bi dehan zarok serî li Nivîsgeha Zarokan a girêdayî Navenda Çand Û Hunerê didin da ku xwe di aliyê fikrî, hunerî û çandî de pêş bixin. Navend bi rêya kesên pispor û amûran destekê dide zarokan û wan perwerde dike. Her wiha bê pere wan dibe û tîne.

Cemal Muzefer li navendê perwerdeyê li ser stranan dibîne got;"Malbata min behreya min a stranan keşif kir. Ji bo ku vê behreyê pêş bixim, hatim Nivîsgeha Zarokan a Navenda Çand û Hunerê."

Ziyad Xelîl jî diyar kir ku dayika wî behreya şanogeriyê li gel wî dît û niha li Navenda Çand û Hunerê pewerde dibîne û bûye şanogerek.

Rehef El Elî jî anî ziman ku ew li navendê fêrî gelek huneran bû û got;"Malbata min behreya min a karê destan keşif kir, ji ber ku li malê min girîngî dida vî karî û malbatê her tişt ji min re peyda dikir. Li navendê min dît ku behreyên din li cem min hene. Niha ez fêrî dîlan, wênexêz û mûzîkê dibin."

Jonêr Ebdulmumîn

Jonêr Ebdulmûnim jî got, wî li amûra kemanê dida, lê piştî hat navendê behreyên din ên wekî aktorî û xîtabet bi pêş xistine.

Jonêr Ebdulmûnim bang li zarokan kir da ku werin navendê û behreyên xwe bi pêş bixin.

Zarok tevlî çalakiyan dibin

Mamosteyê mûzîkê Fadil Qedûr jî got, “Bi rêya perwerde û nirxandinê me behreyên mezin keşf kirin. Niha zarok beşdarî çalakiyên li Reqa û temamê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin."

Têkildarî xebatê Nivîsgeha Zarokan, hevserokê nivîsgehê, Seed Kihêş got, qederê 300 zarokên xwedî behreyên mîna stran, muzîk, wênexêzî, xîtabet, karê destan û dîlanan ji nivîsgehê derçûne: "Ev zarok hemû hatin perwerdekirin. Hin ji wan li navenda çandê kar dikin û bi behreyên xwe beşdarî çalakiyan dibin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.