Zarok bi bahozan re jî dilizîn û bahozên tozê û bi bablîsokên tozê re jî. Ew bahoz û bablîsok, ji xeynî tozê, kîsên naylonî jî bi xwe re tînin, bi xwe re digerînin. Ev zarokên Kampa penabera a Sahlah el-Benat a li gundewarên Reqayê, nexasim jî penaberên ji DêraZorê dihewîne. Wê kêliya ku zarok bi bahozê re dilîzin, ne kamp û ne penaberî êdî ne xema wan e. Wênegirê AFP’ê Delîl Silêman (Deli Souleiman) ha tam ew kêliya zarokan û bahozê 17’ê Cotmehê di wêneyekî de qerisandiye.
NAVENDA NÛÇEYAN
Wêne: DELIL SOULEIMAN / AFP