Li Silopiya çalakiyên hunerî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 14 Tebax 2022 - 21:03

  • Çalakiyên Şano û Zarokan a ku ji hêla Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Silopiyayê ve tê lidarxistin, dê heta 18’ê Tebaxê dewam bike. 

Çalakiyên Şano û Zarokan a ku ji hêla Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Silopiyayê ve tê lidarxistin, dê heta 18’ê Tebaxê dewam bike. 

Yek ji şaredariyên di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de mayî jî Şaredariya Silopiya ya Şirnexê ye. Şaredarî tevî xizmetên gel, xebatên xwe yên çand û hunerî jî didomîne. Çalakiyên Şano û Zarokan a Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Silopiyayê dest pê kir. Bername, ji 5 atolyeyên zarokan, 3 nîşandanên şanoyê û dîwana dengbêjan jî di nav de bi giştî ji 7 bernameyan pêk tê.  

Destpêka çalakiyan bi atolyeya zarokan a li Taxa Ofîsê dest pê kir. Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Sûleyman Şavlûk, gelek zarok û malbatên wan eleqeyeke mezin nîşanî atolyeyê dan. Atolyeya zarokan dê îro jî li Parka Kîzîr a Taxa Cumhuriyetê bidome. Çalakî dê heya 18’ê tebaxê berdewam bikin.

MA/SILOPÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.