Dengê siberoja wekhev ya zarokan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 23 Mijdar 2022 - 04:54

KURDISTAN LEZGIYEVA/ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

 

Zarokên Tacikistanê di pêşbirka 'Dengê min, siberoja me ya wekhev e' ya Tevgera Jinê ya Tacikistanê de, daxwaza jiyana li cîhaneke ji mafên wekhev kirin.

Tevgera Jinê ya Tacikistanê pêşbirkeke hunerê zarokan a bi navê 'Dengê min, siberoja me ya wekhev e' li dar xist. Bi rêya pêşbirkê hate xwestin ku xurtbûna zarokên keç bê teşwîqkirin, îşaret bi mafên zarokên keç bê kirin û di vê mijarê de jî nihêrînên xwe bi hunerî nîşan bidin.

Bi giştî 66 berhem tevlî pêşbirkê hatin kirin. Dengdan jî bi rengekî online hate kirin û zêdeyî 45 hezar bikarhênerên înternetê tevlî bûn. Di 4 kategoriyên 'Xêzkirina herî baş', 'Megalîke', 'Wêneyê Herî Afirîner' û 'Xelata Temaşevanan' serketî hatin ragihandin.

Merasîma xelatdayinê jî 21'ê Mijdarê li Dûşanbeyê pêk hat. Zarokên ji 5 heta 12 salî li gel vîzyona xwe ya cîhanî, her wiha daxwaza xwe ya li ser jiyana li cîhaneke bi mafên wekhev raxistin pêş çavan.

Varvara Akimicheva xelata Wêneyê Herî Baş stand û got, "Mêr û jin xwedî heman mafî ne û divê karibin pîşeyê dixwazin hilbijêrin. Min di berhema xwe de ev yek nîşan da."

Di merasîma xelatdayinê de her wiha bernameyeke çandî jî hebû. Komên dansê jî hunerê xwe pêşkêş kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.