Geliyê Moomin di çiriyê de 

Nûçeyên Çand/Huner

În 25 Mijdar 2022 - 02:34

Mijdar yan jî Çiriya Paşîn, meha ku payîz diqulibe zivistanê ye. Ji bo miletên li cemsera bakur a dinyaya me ne, ev yek xwedî giringiyeke mezin e. Cejnên mezin di nava gelek çandan de tên dîtin. Belkî ji wê ye, nivîskara kitîbêîn zarokan a Fînlandî ya ku bi Swêdî nivîsandiye, Tove Jansson kitêba dawî ya rêza Moominan yanî kitêba dehan bi vî sernavê Geliyê Moomin di Çiriya Paşîn de bi dawî kiriye. Sernavê orîjînal “Sent i november” e û esas maneya wê “dawiya Çiriya Paşîn” e. 

Rengên di vê kitêba dawî ya rêza kitêbên zarokan ên li ser “Moomin”an de tarîtir in. Wê veguherîna payîzê ber bi zivistanê ve xweşik nîşan didin. 

Jixwe karekter gava biryarê didin vegerin Geliyê Moomin, ne tenê sal payza xwe diqulibîne zivistanê. Karekterên kitêbê jî hêdî hêdî bi xwe diguherin. Ev rêza kitêbên zarokan a serketî, sala 1970´yî bi çapa kitêba nehem a rêzê, bi dawî dibû. Ev jî yek ji wêneyên li yekê ji çapên berga wê kitêbê ye. Ev kitêba nehem weke ya herî “bi zîrekî” nivîsandî ya vê rêza kitêban hatibû nirxandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.