Balerînên siberojê xelat girtin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Îlon 2022 - 17:32

  • Desteya Çand û Huner a herêma Cizîrê 15 balerînên zarok, xelat kirin.

Desteya Çand û Huner a herêma Cizîrê 15 balerînên zarok, xelat kirin. Dibistana Şanoyê jî şanoyek bi bi navê “Dibistana Fitnekeran (Muşaxîbîn)” li dika navenda Mihemed Şêxo ya li Qamişlo derxist ser dikê.

Ebid El Mecîd Xelef di nivîsandina şanoyê de bû alîkar, û di lîstikê de 9 lîstikvanên Dibistana Şanoyê cihê xwe girtin.

Di şanoyê de, ji bo nifşên nû peyamên baş hebûn. Dibistana şanoyê bi vê şanoyê xwest riya nifşên nû ronî bike. Her wiha giringiya xwendina pirtûkan û perwerdeyê jî raxist ber çavan.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.