Mihrîcanê zarok şa kirin
Duşem 19 Îlon 2022 - 22:24
- Şaredariya Silopiyayê di çarçoveya Mihrîcana Şano û Zarokan de Atolyeya Zarokan li dar xist.
Şaredariya Silopiyayê di çarçoveya Mihrîcana Şano û Zarokan de Atolyeya Zarokan li dar xist.
Şaredariya Silopiyayê di çarçoveya Mihrîcana Şano û Zarokan de li Parka Bersîs a li Taxa Şehît Harûn Boy, Atolyeya Zarokan li dar xist. Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk jî beşdarî atolyeyê bûn.
Di atolyeyê de Ma Muzîk amade bû û bi zarokan re atolyeyên rû boyaxkirinê, rîtîmê, deng û wekî din hatin çêkirin.
Çalakî bi stranên zarokan bi dawî bû.
MA/SILOPÎ