Memo(Çîrokên Kolanên Ewropa ên Xemilandî)

Ferat KEVIR nivîsand —

Şemî 6 Nîsan 2024 - 00:11

Di şanzdehê meha şeşande li gunde Tewîne bûyerek qewimî. Kesî guh neda salê! Memo û hevalên xwe ji ser çiyayê Badibe ji birîna daran  vegerîyabûna malê. Piştî ku şiva xwe xwaribûn xwe berda bûna mala Şîno. Her şeva ku kêf li dilê  wan  dida xwe li mala şîno didian hev. Heger hebûye li bine şûşeya Wiskiya xwe didan û ode di bin tixane tutinê de dihiştin. Serê wan wê demê tona daran radikir. Hingî derve germ bû qar qara beqên kêzina olan didian. Têhna wiskîye jî li Memo û şîno û hevalên wan da bû. Feqîra ji beqan xirabtir bûbûn. Her yekî li ser doşeka xwe vezîla bû. Ecîna ku Memo çêkiribû li ser dilê wan mîna volkanekê di teqiya. Dema qirpika Memo hildipekî hewaya wê mîna ku agirek ji devê ejderhayekî derkve dipekî. Eceba wê şevê nû destpêkiribû. Di heman demê de li pişt çiyayê Badibe leşkerên Tirk operasyon kiribûn û li dûv xwe termên çend leşkerên xwe hiştibûn. Saet yanzdeh û şanzdeh deqeyê şeva tarî  qomîtanê operasyonê li deriye mixtare gund dabû. Gundî li meydanê kom kiribûn û ahd li wan xwendibû. Memo û Şîno biçavxweyî li erebeya cindirmeyan siwar kiribûn û sê roj û şanzdeh saetan ji qomîtan bi xwe lêdan xwaribûn. Dema saeta mixtarê gund li duwanzdeh şanzdeh deqe xist Memo ji qereqolê hat berdan. Li gor gotina Mixtar şanzdeh parsuyên Memo şiketîbûn û kulmek diran li pişt Memo xêz çêkiribûn. Derbên Qomîtan Şîno êşandibûn,canê Şîno ê nazik ewqas lêdan ranekiribû. Piştî şanzdeh saet û çil deqîqeyî go Şîno lêdan xwaribû rihê xwe spartibû xwedayê xwe!  

Ji bo Memo ew roj ew roj bû! Roja ku neçar mabû û berê xwe xwe dabû Xerîbîstanê! Kes nizane bê Memo bi çi şêweyî berê xwe dabû Ewropa! Şeş roj û şanzdeh saetan Memo di bin hêsinê qemyonekê de girêdayî ma! Heft caran bi xwe de mîz kir bêyî ku şeş qurt av vexwe! Sê caran gûyê xwe bi xwe de kir bêyî ku tiştekî bixwê! Di vê rewşê de zarokatîya Memo qet nehat bîra wî. Roja go Memo mêtina sînga diya xwe berda bû diya wî ji birayê wî ê biçuk bi hemil ma bû! Memo ji bo diya xwe kurê di pêçeka heştan de bû û ji bo bavê xwe tenê kurek bû! Haya kesî ji hebûn û tunebûna Memo nebû ji bilî can şêrîne Şînoyê ku bêhna xwe ya ya dawî bi lêdana Qomîtanê Tirk ku di zarokatiya xwe de Apê wî li dora wî çûbû û hatibû! 

Hinekan digot baş bû ku Memo sax ma û berê xwe da Ewropa. Ma baş bû ku weke Şînô bedena xwe berdabana bine erdê! Hinekan jî digot ma mîratê Memo çiqas tirsonek bû,qomîtanê qereqola gund sê roj û şanzdeh saetan ew kir bin çav de û ji tirsa berê xwe da Ewropa! Hineke din jî di civata xwe qala Memo dikirin û digotin:Çavê Memo ji xwe li pereyan bû,mirina Şîno ji xwe re kire hincet û berê xwe da Ewropa! Memo çû cihê pereyan! Memo da dûv pereyan! 

Haya Memo ji van gotina qet çênebû! Weke ku min got. Memo bi rojan di rêya Ewropa de ma. Gellek rojan haya Memo jê nebû bê ma li kudereye an jî di kîjan rojê de ye. Di bin hêsinê qemyonê de girêdayî li ser asfalta germ bi gure gure dengê qemyonê berê xwe dabû Kolanên Ewropa ên Xemilandî ku li wîr di wan kolanan de pariyek nan ji xwe re zemt bike û heger rojeke pereyên wî çêbibin ji xwe re bizewice û heya kurek jê re çêbibe berxwe bide. Sala ku kurê wî jî çê bû navê wî bike Şîno! 

Lê felek ne wek ku Memo difikirî!Felekê plana xwe çêkiribû! Memo ji têlekê lê dida û feleka zalim ji têleke din lê dida! Dema ku Memo sê hezar û şanzdeh kilometir ji tirba Şîno dûr ketibû li ser otobana şanzdeha ya Xerîbistanê,qemyona ku di binê wê de girêdayî saet çar û şanzdeh deqeyê şevê li teqsîyeke ku plaqaya wê şanzdeh BH şanzdeh qelibî. Şifêre qemyonê û û erebeyê bi mirîtî rakirin morga nexweşxaneye! Termê Memoyê  me di bin Qemyonê de heya saet şeş û şanzdeha deqeyê sibehê  şewitî! Piştî ku qemyon bi giştî sar bû laşe Memo bi demirên ku ji ber qamyonê mabûn rakirin qada  kavilan! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.