Serî li pergala qirêj natewînin!

În 13 Kanûn 2024 - 03:10

Gelê Kurd û dostên xwe li Ewrûpayê ji bo parastina şoreşa Rojava li ser piyan e û dest ji meydanan bernadin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Rojava bi meşekî hate protestokirin. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Stubenplatzê, bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan hat lidarxistin. Meş ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê TCŞ’ê axaftin hatin kirin û hate gotin:’’Em ê weke ciwanan serî li vê pergala qirêj re netewînin! Em ê li diî êrîşên tirsonek, pêşengiyê ji berxwedanê re bikin û ala azadiyê bilind bikin.”

STUTTGART

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) konê agahdarkirinê ya ji bo 3 rojan hate vedan. Her roj pêkhateyên cuda li konê erk digrin. Li konê ji bo balê bikşînin ser sûcên şer û mirovahiyê yên li Rojava, raya giştî agahdar bikin û piştevaniyê birêxistin bikin, belavokên destan û danezan hatin belavkirin.

CHUR

Kurdên li bajarê Churê ya Swîsreyê dijîn, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên 27’ê Mijdarê ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne daketin qadan. Siyasetmedar Ayşe Acar Başaran di çalakiyê de axivî û got:“Çawa ku me duh li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê têkoşîn da û me Şoreşa Rojavayê afirand, li dijî van êrîşan jî çi dibe bila bibe em ê şoreşê biparêzin.”

MULHOUSE

Li bajarê Mulhousê yê Fransayê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên paramîlîter ên li ser Rojava çalakî hate lidarxistin. Kurd û dostên wan ên li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mulhouse li Porte Jeunê li hev civiyan.

Di daxuyaniyê de hate hate gotin:“Gelê Kurd divê li her derê rabin û destkeftiyên xwe biparêzin.”

MANTES LA JOLIE

Kurdên li bajarê Mantes la Jolie ya Fransayê, li pêşiya avahiya şaredariyê  kom bûn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê protesto kirin. Di çalakiyê de berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ’ê hatin silavkirin û bi dirûşmeyên “Terorîst Erdogan” û “Faşîst Tirkiye” dewleta Tirk hat teşhîrkirin.

RIS ORANGIS

Li bajarokê Ris Orangis ê paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava bi meşekî hate protestokirin. Jin û Kurdistaniyên ku ku pêşiya Navenda Çanda Kurd a Fransî ya Ris Organisê li hev civiyan. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku parastina Şoreşa Rojava meseleya rûmetê ye.

DRAGUIGNAN

Li Draguignanê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) meşek hate lidarxistin. Li gel Kurdan her wiha nûnerên Yekîtiya Ekolojîstan û Demokratan (UDE), Fransa ya Serî Natewî (FI), Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Konfederasyona Karê Giştî ya Fransayê (CGT) û Koorînasyona Komeleyên Mafê Kontrola Jidayikbûnê û Kurtajê tevlî çalakiyê bûn. Bi navê Meclîsa Gelê Kurd daxuyanî hate dayin û hate gotin:"Dîrokê nîşan da ku faşîzm bi berxwedana rêxistinî ya gelan têk diçe."

MONTPELLIER

Li Montpellierê jî li hemberî êrîşên li ser Rojava mîtîngek hate lidarxistin. Kurd li gel dostên xwe yên Fransî diyar kirin ku ew bi Şoreşa Rojava re ne û li hemberî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê, bêdeng namînin. Di çalakiyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşan hate şermezarkirin û ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava bang hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.