- Nivîskar Mehmet Saît Arzû têkildarî ziman û wêjeya Kurdî da zanîn ziman mifteya netewebûnê ye û got: ”Wêje û ziman hevdû xwedî dikin û bi wê xwedîkirinê re hevdû xurt dikin. Ew ji hevdû re palpiştiyê dikin. Wêje, dewlemendiya ziman derdixe holê, ziman berfireh dike û berbelav dike.”
ROZA METÎNA / AMED
Nivîskar Mehmet Saît Arzû têkildarî girîngiya ziman û wêjeya kurdî, bandorên wê û têkoşîna ji bo vê yeke nêrînên xwe anîn ziman. Mehmet Saît Arzû got:” Bi taybetî ziman û pê re girêdayî wêje, nîşanên civakê û civakbûnê ne. Bi saya evan her du nîşana, him têkiliya civaka bi hevdû re çêdibe û him jî xwediyê xwe; li gor xurtbûna xwe û li gor hêza xwe pêş ve dibe.”
Mehmet Saît Arzû di destpêkê de bal bir ser girîngiya zimanê kurdî û wêjeya kurdî û got: ”Ziman mifteya têkiliyên bi mirov û bi civakê re ye, mifteya xurtkirina têkiliyan e, mifteya civakbûnê ye, mifteya netewebûnê ye, mifteya hebûn û tunebûnê ye. Bi kurtasî ziman, hebûn e. Gel an jî neteweyek bi zimanê xwe hebûna xwe dide qebûlkirin. Bi saya ziman an jî bi saya cudahiya ziman me re ji neteweyên din diqete. Ew êdî ji me re re dibe nasname. Ji ber wê girîngiya ziman, di jiyana me re de di rêza sereke de cihê xwe digire.
Wêje, hunera ziman derdixe holê. Bûyerek an jî tiştekî me re bixwaze bîne ziman, balê bikişîne ser wî tiştî, wî tiştî nemir bike, yan jî rê li civakê veke, ew tişta bi rêya wêjeyê hêsantir û bi bandortir dibe. Wêje û ziman hevdû xwedî dikin û bi wê xwedîkirinê re hevdû xurt dikin. Ew ji hevdû re palpiştiyê dikin. Wêje, dewlemendiya ziman derdixe holê, ziman berfireh dike û berbelav dike. Bi saya dewlemendiya ziman, wêje jî xurt dibe û her du bi hevdû re balê dikişînin ser xwe. Ev zêdeyî hezar salî ye tevî bêdewletbûnê û her cûre êrîşan jî zimanê Kurdî xwe parastiye û bingehek xurt a wêjeyê jî hatiye danîn. Ji Baba Tahirê Uryan, Elî Herîrî, Dayê Tewrêza Hawramî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Mestûre Kurdistanî, Mem û Zin a Ehmedê Xanî û heta Cegerxwîn û gelek pêşengên pênûsa me, him parêzvaniya zimanê Kurdî kirine him jî di wêjeyê de ji me re bingehek xurt afirandine. Bi saya wan kesên nemir îro bi hezaran şopdarên wan hene, ew jî parêzvaniya zimanê Kurdî dikin û ji bona wêjeyek xurt di nava hewldanekê de ne. Bêguman ev bingeha xurt û vê hewldana îro ew ê zimanê me û wêjeya me bigihîne cihê herî jor.”
Perwerde ziman xurt dike
Mehmet Saît Arzû ji bo pêşketina ziman û wêjeya kurdî jî ev tişt got:”Pêwistiya sereke axaftin e. Axaftina bi zimanê xwe û xwedîderketina li zimanê xwe ye. Bêguman axaftina dê û bava bi tenê têrê nake. Divê teqez me re bi zarokên xwe re jî bi zimanê xwe biaxive û wan hînî zimanê xwe bike. Ya na mixabin ew ê emrê zimanê me bi emrê me ve girêdayî be. Di her qadê û bi her cureyî xwedîderketinek divê. Piştî xwedîderketinek xurt hebe, divê bi wî zimanî perwerde jî hebe. Perwerde, him wî zimanî xurt dike him jî nemir dike. Ziman tiştekî zindî ye. Bi saya perwerdeyê ziman zîndewar dibe. Pê re wêje jî pêş dikeve û xurt dibe.”
Ziman tune be wêje jî çênabe
Mehmet Saît Arzû têkiliya di navbera wêje û ziman de jî wiha şîrove kir:”Ger ziman tunebe wêje jî çênabe. Wêje tunebe wê ziman jî riqî rût be û tu pêşketinek wî zimanî jî çênabe. Ew ê di qada ziman de xizanê zimana bimîne. Her du (wêje û ziman) weka xelekê zincîrê bi hevdû re girêdayî ne. Li dû hevdû ne, hevdû xwedî dikin û hevdû pêş ve dibin.”
Bandora ziman û wêjeyê
Mehmet Saît Arzû bal bir ser bandora ziman û wêjeyê ya li ser pêşketina civakê û wiha pê de çû:”Bi taybetî ziman û pê re girêdayî wêje, nîşanên civakê û civakbûnê ne. Bi saya evan her du nîşana, him têkiliya civaka bi hevdû re çêdibe û him jî xwediyê xwe; li gor xurtbûna xwe û li gor hêza xwe pêş ve dibe. Civakên girîngiyê didin wêjeyê, ji her tiştî re vekirîne. Difikirin û didin fikirandin. Bêguman ew jî tiştên nû diafirîne. Bi vî hawî kes an jî civak pêş ve dikeve.”
Xwe û zimanê xwe bidin xuyakirin
Mehmet Saît Arzû herî dawî bal kişand ser divê kurd têkoşîneke çawa ya li dijî êrişên li ser ziman û wejêya kurdî pêş bixin û wiha got: ”Nîşaneyên netewebûnê yê sereke ziman e. Berpirsiyariya herkesî ye ku, di serî de ji wî zimanê xwe yê şêrîn hez bike û biaxive. Bala wê/wî bi civaka xwe re, li ser ziman be. Êrîş hebe tunebe divê ew berpirsiyariya li ser milê xwe bi cih bîne. Ger êrîşek bi çi cureyê dibe bila bibe, hat ser zimanê wê/wî, divê wê êrîşê li ser xwe û li ser netewa xwe bibîne. Wê gavê jî divê ji berê bêtir û ji berê xurtir xwedîtiyê li zimanê xwe bike. Divê kesek xwe dûr nede û di nava kar û barên ziman de cih bigirin. Da ku xwe û zimanê xwe bidin xuyakirin. Bi vî hawî têkiliyên xwe bi hevdû re û bi zimanê xwe re xurtir bikin da ku tu êrîş nikaribe têkiliyên wan ê bi ziman re lawaz bike. Divê her kesek, xwe xwediyê wî zimanî bibîne û li gor wê tevbigere. Kar û barê ziman, an jî xwedîderketina li ziman, li ser pişta saziyan tenê nehêle.
Berpirsyarî ya me hemûyan e
Mehmet Saît Arzû herî dawî got; “Çawa ziman ê me hemûyan e, ew berpirsiyarî jî ya me hemûyan e. Divê gava êrîşek hat ser zimanê me; em kar û barê xwe lawaz nekin, em netirsin, xwe veneşêrin û xwe ji xwedîderketina li zimanê xwe dûr nexin. Berevajî wê, divê em bêtir xwedîtiyê li zimanê xwe bikin, rêyên nû biafirînin û tim di nava têkoşînê de bin. Axaftina bi zimanê xwe, weke her mirovî mafê me jî yê herî rewa ye. Îro dibe em di binê desthilatdariyekê de bin û zordestî li me tê kirin. Jixwe armanca wan jî; tirsandin, çewisandin, bişaftin û her wekî din e. Ger em li hemberî êrîşên wan xwe dûr bixin, armancên wan wê bi rihetî pêk were û em ê bi vî hawî hêdî hêdî tune bibin. Bila em bi hêza xwe û bi dewlemendiya zimanê xwe bawer bin û li gor wê tevbigerin. Îro li ser rûyê cîhanê zimanê me, ji aliyê dewlemendiyê di nava rêzên sereke de cihê xwe digre. Dibe ji ber bêdewletbûnê em ji hinek tişta bêpar dimînin. Lê dîsa jî em bi têkoşîna xwe û bi dewlemendiya zimanê xwe di pêşiya gelek neteweyên xwedî dewlet de ne.”