Pêşangeha pirtûkan girîng e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 10 Kanûn 2024 - 02:15

ROZA METÎNA / AMED

Nivîskar Aryen Mendî da zanîn ji bo pêşketina ziman û wêjeya Kurdî pêşangehên pirtûkan girîng in û wiha got:” . Niha pişaftineke berz li ser zimanê Kurdî heye. Loma pêşangehên pirtûkan ên bi vî rengî li dijî bişaftinê jî baş e. Girîngiya pêşangehên bi vî rengî di vir de jî derdikeve holê.”

8'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ya li Navenda Kongre û Fûarê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê di navbera 30'yê Mijdarê û 8'ê Kanûnê de hat lidarxistin bi dawî bû. Gelek weşanxane û nivîskar tevli pêşangeha pirtûkan bûn. 

Nivîskar Aryen Mendî yê tevli 8'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bû derheqê ziman û wêjeya Kurdî her wiha pêşangehê de nirxandin kir.

Pêşangeha pirtûkan girîng e 

Aryen Mendî di destpêkê de bal bir ser girîngiya pêşangehên pirtûkan û wiha got:”Ez sala borî jî hatibûm pêşangeha pirtûkan a Amedê. Ez vê pêşangehê girîng dibînim. Amed di warê siyasî û civakî de dilê Kurdistanê ye. Her wiha di warê wêjeyê de jî Amed dilê Kurdistanê ye. Ji gelek bajaran kes tên vê pêşangehê. Loma bêtir girîng dibe. Bendewariya nivîskaran ji pêşangeha pirtûkan heye. Ji salê carekê be jî tên li vir berhemên xwe îmze dikin. Eleqeyek baş jî ji bo pêşangehê hebû. Lê li gorî par hebekî îsal qelstir derbas bû. Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber ku qeyrana aboriyê heye loma jî em dikarin bêjin îsal qelstir derbas bûye. Yek sedema din a qelsbûnê li gor min qeyrana siyasî û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ye. Gel loma jî xemgîn dibe.”

Em propagandaya ziman dikin 

Aryen Mendî da zanîn li dijî pişaftinê pêşangehên pirtûkan girîng in û wiha pê de çû:”Niha rêjeya xwendina bi Kurdî kêm e. Her wiha xwegihandina berhemên Kurdî jî ne hêsan e. Pêşangehên bi vî rengî dibe sedem nivîskar û xwîner bên gel hevdu. Ev yek jî bandoreke erênî li ser xwendina berhemên bi Kurdî dike. Em li pêşangeha pirtûkan di heman demê de propagandaya zimanê Kurî dikin. Em dibêjin zimanê Kurdî zimanekî qedîm e û divê em bi hev re lê xwedî derkevin. Em berheman ji bo pêşketina zimanê Kurdî derdixin. Niha pişaftineke berz li ser zimanê Kurdî heye. Loma pêşangehên pirtûkan ên bi vî rengî li dijî bişaftinê jî baş e. Girîngiya pêşangehên bi vî rengî di vir de jî derdikeve holê.”

Bi zarokên xwe Kurdî biaxivin

Aryen Mendî bal bir ser girîngiya zimanê Kurdî û wiha got:”Zimanê Kurdî tenê bi qursên taybet û bi pêşangehên bi vî rengî pêş nakeve. Loma divê em perwerdeya xwe ji malê bidin destpêkirin û li malê xwe bi Kurdî biaxivin. Divê hemû dayik bi Kurdî biaxivin û em her malê xwe bikin dibistanek. Li vir elbet roleke girîng jî dikeve ser milê dayikan. Loma heger ez îro berhemên bi Kurdî derdixim ev jî bi saya dayika min e. Divê em siberoja zarokên xwe tarî nekin û bi wan re bi Kurdî biaxivin.”

Zarokan bînin pêşengehan 

Aryen Mendî bi lêv kir ku ji bo zarok ji Kurdî hez bikin divê malbatên wan, wan bînin pêşangehên pirtûkan û wiha got:”Bila malbat zarokên xwe bînin pêşangehên pirtûkan. Bila zarok bi vî rengî jî cêj û ekla zimanê Kurdî bibînin. Ne tenê pêşangeh bila malbat zarokên xwe bibin şanoyên Kurdî jî. Wê demê zarok bêtir ji zimanê Kurdî hez dikin. Ji ber siberoja zimanê Kurdî zarok in ev tişt girîng in.”

Divê em ji bo Kurdî hestiyar bin

Aryen Mendî da zanîn ji bo zimanê Kurdî pêş bikeve divê bibe zimanê fermî û perwerdeyê û wiha bi dawî kir:”Divê hemû sazî û rêxistinên Kurdistanî ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê bibin yek û berxwedana xwe dewam bikin. Ger zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdeyê tenê bi qursên taybet wê qels bimîne. Divê em di her kêliya jiyanê de bi zimanê xwe biaxivin û ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê em israr bikin. Herî dawî dixwazim bêjim ji bo em bibêjin em kurdên serbilind in divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Divê em bi zimanê xwe biaxivin, biafirînin û binivîsin. Divê em di vî warî de hestiyar bin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.