Weşanên Aryenê pirtûkeke nû ya bi navê “Zimanê Me-Asta Destpêkê” çap kir. Pirtûk ji bo şêwezarê Kurmancî hatiye hazir kirin û ji hêla Haydar Diljen û Sabîha Diljen ve hatiye nivîsandin. Pirtûk hewl dide zimanê Kurdî li ber dilên zarokan şîrîntir bike.
Nivîskarên pirtûkê ji bo pirtûka xwe van nirxandinên li jêr dikin;
Ev pirtûk ji bo zarokên 5-8 salî ye û li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê dike. Ji ber ku alfabeya kurdî fonetîk e, ango her herfek teqabilî dengekî dike, ev metod pirtir li hînkirina kurdî ya destpêkê tê.
Zarok dê bi vê pirtûkê hînî dengên kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka bedew û rastnivîsîneka dirust bingeheka kurdîyê ya têkûz ava bikin. Bo nimûne; zarok dê ferqa “e” û “ê”, “v” û “w”, “k” û “q”yê û hwd. hîn bibin. Her wiha zarok dê bi awayekî xwezayî hînî ferqa “hevala min”, “hevalê min“ û “hevalên min” bibin.
Nivîsarên vê pirtûkê li gor hin temayan hatine amadekirin; wek roj, demsal, sersal, Newroz, xweza, ajel, stran, hevaltî, malbat, dibistan, çîrok, xwarin, trafîk û hwd. Naveroka vê pirtûkê neynika jîyaneka demokratîk e. Di vê pirtûkê de zarok gelek azad in. Ew dipirsin, diaxifin û tiştan dikin. Nivîsarên vê pirtûkê, bi fikra yeksanîya jin û mêran hatine hûnandin.
NAVENDA NÛÇEYAN