Rewşa kovergeriya Kurdî çi ye?

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 18 Kanûn 2024 - 00:55

CEMÎL OĞUZ / DIYARNAME

Erê meseleya çapê, çapkirina weşanan her diçe zehmetir dibe lê yên li ber vê zehmetiyê ber xwe didin jî hene. Min îsal jî berê xwe da wan û mêze kir ka îsal çend kovarên bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) li Bakur derketine û lîste amade kir.
Di sala 2022'yan de 19 kovar, di sala 2023'yan de 14 kovaran di nav lîsteya min de cih girtibûn; û îsal, yanê sala 2024'an me bi 12 kovaran sal temam kir. 
Kerem bikin em binêrin ka kîjan, çend hejmar derketine û bi peryodek çawa derketine.

Avestica-Kurdica
Kovara Avestica - Kurdica di bin banê Weşanên Na de derketiye. Hejmara xwe ya yekê wekî rezber 2024 - Adar 2025 pêşkêş kiriye. 

Bar Helbest
Kovara li ser helbestê "Bar Helbest" herî dawî di sala 2022'yan de hejmara xwe ya 6'an derxistibû deng jê hatibû birin; kovarê îsal di meha adarê de hejmara xwe ya 7'an derxist. Di meha rezberê de jî hejmara xwe ya 8'an derxist. Yanê, Bar Helbetê îsal bi 2 hejmara silav da hezkiriyên helbestê.

Dilop
Kovara Dilopê ku bi kurdî û tirkî her du mehan carek derdikeve îsal bi rêk û pêk derketiye. Kovarê îsal 6 hejmarên xwe derxistin. Dîlopê hejmara xwe ya dawî wekî hejmara 36'an serê meha 11'an derxist. 

Folklora Me
Kovara Folklora Me di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de li ser folklorê weşanê dike. Kovar li ser bergê navên 3 mehan dinivîse, yanê 3 mehane ye lê wisa dernayê. Kovarê di sala 2023'yan de tenê hejmarek (hejmara 13'yan) derxistibû, îsal jî tenê hejmarek, hejmara 14'an wekî "Adar-Nîsan-Gulan 2024" derxist.

Kurdeçîrok
Kovara li ser çîrokan "Kurdeçîrok" îsal kete sala xwe ya sisêyan. Kovara ku 6 mehan carek derdikeve hejmara xwe ya 6'an wekî bihar-havîn, ya 7'an jî payîz-zivistana 2024'an derxist.

Kurt Tarihi
Kovara “Kurt Tarîhî” (Dîroka Kurdan) bi tirkî dest bi weşanê kir, paşê hin nivîsên kurdî jî lê zêde kirin. Kovara ku di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de derdikeve par (2023) tenê hejmarek (hejmar 51) derxistibû. Îsal du hejmar derxistin (hejmar 52, nîsan-gulan-pûşper 2023, hejmar 53 tîrmeh-gelawêj-rezber). Ev her du hejmarên ku îsal derxistin jî li ser hesabê par bûn ku bi derengî derxistin. Lê me li ser hesabê îsal xistin vê lîsteyê ji ber ku îsal derketin. Bi vî awayî wisa dixuye ku kovarê sîstematîka xwe xira kiriye. 

LeWerger
Kovara LEWerger bi taybetî li ser wergera helbestê weşana xwe dike. Kovarê di sala 2022'yan de dest bi weşanê kiribû û her 4 mehan carek hejmara xwe ya nû pêşkêş dike. Kovar li gor peryoda xwe dimeşe ku îsal jî wisa kiriye. Kovarê hejmara 5'an wekî "rêbendan-reşemî-adar-avrêla 2024", hejmara 6'an wekî "gulan-pûşper-tîrmeh-gelawêj 2024'an û hejmara 7'an de jî serê meha rezberê pêşkêş kir. Bi vî awayî kovarê di peryoda xwe de 3 hejmarên xwe gihandin ber destên xwendevanan.

Na Akademî
Kovara akademîk Nûbihar Akademî ji aliyê Nûbiharê ve tê derxistin. Kovara ku nivîsên akademîk belav dike şeş mehan carek derdikeve. Li gor peryoda xwe, jî du hejmar derxistiye. Kovarê vê serdemê de hejmarên xwe yên 20 û 21'ê pêşkêş kirine.

Nûbihar
Kovara Nûbiharê her sê mehan carek derdikeve. Carinan hejmarên wê hinek derengî derên jî lê bi pergal her sê mehan carek derdikeve. Îsal kovarê bi hejmara 166'an dest bi salê kir û hejmara xwe ya 168'an (dike 3 hejmar) di meha rezberê de derxist. Hejmara wê ya 169'an li ber amadekirinê ye.
*
Psychology Kurdî 
Kovara Psychology Kurdî kovareke derûnînasiyê ye çar mehan carek di bin banê Weşanên Avestayê de derdikeve. Kovarê par 3 hejmar (15, 16 û 17) derxistibûn, îsal bi du hejmaran temam kir.
Kovarê di meha "Kanûna paşîn-sibat-adar-nîsan 2024"ê de hejmara 18'an, di meha rezberê de jî hejmara wê ya 19'an derket. 

Sûretgraf
Kovara Sûretgraf di bin banê Weşanên Avestayê de wekî Kovara ku li ser fotografiyê dertê. Kovarê par (2023) dest bi weşanê kiribû û wekî peryoda ku diyar kiribû, du hejmarên xwe (her şeş mehan carek) pêşkêş kiribû, kovarê îsal tenê hejmarek derxist: Hejmara 3'yan, Zivistan 2024.

Vate
Kovara Vate li gor peryodê bi kirmanckî (zazakî) sê mehan carek derdikeve. Lê îsal ev peryod temam nekeriye. Kovara ku ji aliyê Grûba Vate ve tê amadekirin û dexistin, di meha avrêlê de hejmara 79'an a "Zivistan 2024" û di meha rezberê de jî hejmara 80'ê wekî "Bihar 2024" derxistiye.

Zazakî Word
Bi navê "Zazakî World" weşanek bi kirmanckî (zazakî) derket. Wan wekî "rojnameya kulturî" bi nav kir ku hejmara wê ya yekê di meha reşemiya 2024'an de, hejmara 2'yan di adara 2024'an de dertet. Li gor edîtorî gere mehê carek derketa, lê ew du hejmar derketin û paşê deng ji wan derneket.

Di nav lîsteya me ya 2023'yan de kovarên ku hebûn û îsal tune ne jî hene. Em wan jî bibîr xibin.
- Destar, par hejmarek derketibû, îsal derneket. (Kovarê sala 2022'yan de dest bi weşanê kiribû)
- Golik wekî kovara qerfî du hejmar derxistibû, îsal derneket.
- Philosophia par hejmara xwe ya 5'an derxistibû derneket
- Şewçila kovareke bi kirmanckî (zazakî) par 3 hejmarên xwe derxistibûn (herî dawî hejmara 20'î), îsal qet derneket.

*Têbinî: 
- Me kovar li gor rêza alfabetîk rêz kirin. 
- Kovarên bi latînî yên li Bakur bi kurdî yan jî bi kurdî-tirkî derdikevin di nav vê lîsteyê de cih girtine.
- Kovarên bi kurdî yên ku me ji bîr kiribin hebin, haya me pê bixin emê lê zêde bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.