Êzîdî 3 rojan li pey hev rojiyê digirin û di van rojan de ji dema hilatina rojê heta avabûna wê xwarinê naxwin û avê venaxwin. Roja çaremîn jî cejna Êzî ye ku îsal dikeve 20’ê Kanûnê.
Ji bo destnîşankirina rojên rojiyê Êzîdî xwe dispêrin salnameya kurmancî ya Rojhilatî, lewra rojên rojiyê dikevin hefteya yekem a Kanûnê. Salnameya Rojhilatî 13 rojan ji ya Mîladî derengtir e.
ROJNEWS