Piştî 11 salan hat rizgarkirin

Duşem 1 Kanûn 2025 - 10:43

Jina Êzîdî Suhal Xelef Elî ku di dema fermanê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, piştî 11 salan bi keça xwe ya 11 salî re li Şengalê bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.

Jina Êzîdî ya bi navê Suhal Xelef Elî di dema feramana 3’yê Tebaxa 2014’an de, li gundê Koço ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû girtin. Wê demê gundê Koço 12 rojan di dorpêça çeteyan de mabû û pişt re di roja 15’ê Tebaxê de çeteyan hemu xelkê gund kom kiribû û mêrên gund qetil kiribûn. Piştî wê jî çeteyan jinên gund hemû girtin û ber bi cihekî nediyar ve revandibûn.

Yek ji wan jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin Suhal Xelef Elî bû. Suhal Xelef di dema esîrgirtina xwe de, li Tilefer, Mûsil, Sûriye û Tirkiyeyê tê gerandin. Suhal Xelef piştî 11 salan ji destê çeteyên DAIŞ’ê tê rizgarkirin.

Suhal Xelef Elî û keça wê Şehrîbanana 11 salî, piştî 11 salan vegeriyan gundê xwe Hatimyê. Di ketina gund de bi çepik û tilîliyan tên pêşwazîkirin.

Di dema ketina malê de, kêliyên hestiyar hatin jiyan kirin, Suhal Xelef Elî di wan kêliyan de axivî û got; “Ez û keça xwe piştî 11 salan ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn û niha di nava xizmên xwe de me. Ez gelek kêfxweş im.”

Dayika Suhal Xelef Elî, Hûsno Elî di dema pêşwazîkirina keça xwe de, kêfxweşiya xwe anî ziman û got; “11 sal bûn ez li keçên xwe digeriyam, lê min agahî ji wan nedigirt. Herî dawî beriya 10 rojan agahî ji min re hat, ji min re gotin ku keçek te sax e û hatiye rizgarkirin. Ez gelek kêfxweş im. Keçek din jî ya min di wê demê de  hatiye revandin û heta niha jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.