Pirtûka Enfalê: ‘Welatê Gulgeniman’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 17 Kanûn 2024 - 00:31

Li bajarokê Kelar bi amadebûna kesûkarên Enfalkiryan û şehîdan, kesayetên ji beşên cuda yên civakê merasîma nasandin û belavkirina pirtûka ‘Welatê Gulgeniman’ ya Selam Elî hate lidarxistin.

Di danê êvarê de li hola Rewşenbîriyê ya li bajarokê Kelarê navenda îdareya Germiyanê, ji bo nasandin û belavkirina pirtûka ‘Welatê Gulgeniman’ ya ji aliyê nivîskar Selam Elî ve hatî nivîsîn, merasîmek hate lidarxistin. Kesûkarên Enfalkiriyan û şehîdan, kesayetên ji beşên cuda yên civakê cihê xwe di merasîmê de girtin.

Pirtûk ‘Welatê Gulgeniman’ ji 6 bergan pêk tê û her bergek ji hevpeyvînên li gel jin û zilamên bûyîn qurbanê Enfalê û beşek ji fermandar û caşên ku haya wan ji karesat û bûyerên Enfalê hebûn, pêk tê.

‘Arşîveke ji bo gelê me’

Nivîskar Selam Elî têkildarî pirtûkê diyar kir ku piştî Raperînê min fikra nivîsandina vê pirtûkê kir û got: “Enfal trajediyeke mezin bû ku bi serê gelê me de hat. Baas’ê ji bo ku gelê Kurd bitirsîne û ji qada siyasî dûrbixîne, hinek girtî û xizmên Enfalkiriyan serbest berdan. Ew kesên hatîn berdan temenê wan hildikişe. Ji bo wê min jî fikirî ku hevpeyvîn li gel wan bikim ku wek arşîvek ji bo gelê me bimîne. Lê ji bo têgihiştina hemû rudayên Enfalê, ji bilî kesûkarên Enfalê, hevpeyvîn li gel fermandarên pêşmerge û caşên ku haya wan ji karesat û bûyerên Enfalê hebûn, pêkanî. Bi vê yekê min her 8 qonaxên Enfalê di 6 bergan de arşîv kirine ku her yek ji wan qonaxeke cuda ya pêvajoyê vedihewîne.”

Dîmenên hevpyevînan jî hene

Selam Elî axavtina xwe wiha bi dawî kir: “Min hemû hevpeyvînên xwe bi dîmen çêkiriye ku ev jî arşîvek giringe ji bo gelê me. Ger dezgehên neteweyî û niştîmanî hebin amademe radest bikim. Da ku dîroka gelê me mayîn de bibe. Ji ber ku beşek zêde kesên ku hevpeyvîn li gel kirin, jiyan nakin. Lê di arşîvên min de zindî mane.”

ROJNEWS/KELAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.